PYD: Tu ferman nikare îrade û berxwedana Êzidiyan bişkîne

Meclîsa Giştî ya PYD’ê derbarê salvegera qetlîama li Şengalê ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de daxuyanî da û diyar kir ku wê tu êrîş nikaribe îrade û berxwedana gelê Êzidî bişkîne.

Meclîsa Giştî ya PYD’ê derbarê salvegera qetlîama li Şengalê ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Ji dema dagirkirina rêxistina DAIŞ’ê ya Mûsil û ragihandina xîlafetê ve, xetere li ser tevahî Iraqiyan û gelê Êzidî bi taybet mezin bû. Tevî wê jî tu tedbîrên stratejîk yên li hember DAIŞ’ê tune bûn.

Tevî mezinahiya xetereyan jî, Şengal di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi tenê li hember çarenûsa xwe ma. Ya herî xeternak jî vîna Êzidiyan ji ber karê hin aliyan winda bû. Ji lew re ji bilî tevgera rizgariya Kurdistanê tu alî tune bûn ku parastina gelê Êzidî bikira.

DAIŞ’ê dest bi qetilkirina biçûk û mezinan kir, piştre dest bi revandina jinan kir.

YPG û YPJ’ê ji Rojavayê Kurdistanê berê xwe da Şengalê da ku li hember DAIŞ’ê bisekinin, her wiha korîdora mirovî li pêş zêdetirî 150 hezar şêniyên Êzidî vekir. Ev xebateke mezin e ku dewletan nikarî bikira. Di parastina şênî û Şengalê de lehengî û fedaîbûna keç û xortên Kurd ji tevahî parçeyên Kurdistanê hebû, her wiha piştevaniya yekser jî ya tevgera rizgariya Kurdistanê bû ku çîna ciwanan wek hêzeke leşkerî bi rêxistin kir û şerê DAIŞ’ê û rizgarkirina Şengalê kir.

Ciwan û keçên Êzidî karîn bi awayekî birêxistinkirî tola xwe hildin û çeteyên DAIŞ’ê ji Şengalê derxin û goristanên pîroz rizgar bikin.”

PYD`ê di daxuyaniya xwe de sûcên li dijî gelê Êzidî bi bîr anîn û got divê gelê Şengalê li dîrokê vegere da ku ji xwe re dersan jê bigire, planên stratejîk ji bo parastina xweser daynin da ku xetereyên li dijî gel dubare nebin. PYD`ê destnîşan kir ku wefadariya bi şehîdên Şengal re pêwîst dike ku di zûtirîn demê de her kes erka di aliyê siyasî, leşkerî û rêveberî de tê xwestin, pêk bîne.