PYD: Serhildana Qamişlo, serhildanekî dîrokî bû

Meclîsa Giştî ya PYD’ê têkildarî slavgera Serhildana Qamişlo daxuyanî da û got; “Di dîroka gelê Kurd ê Rojava de guhertînekî girîng bû.”

Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) têkildarî salvegera Serhildana Qamişlo ya 12’ê Adarê daxuyaniyek weşand û got; “Rejîmê dixwest fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de çêke, lê em dibînin ku hevgirtinek di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Kurd, Ereb, Suryan û Aşûr de heye.”

PYD`ê destnîşan kir ku bûyera Serhildana Qamişlo di dîroka gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê de guhertinek girîng bû û wiha dewam kir: “Rejîma Sûriyê dixwest Qamişlo bike dersek ji bo Kurdan û xelekeke din ji xelekên qirkirina gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de zêde bike. Lê Kurdan ew kir boneyek ji bo naskirina rola xwe ya dîrokî.”

PYD’ê di dewama daxuyaniyê de got; “Me wekî partî du ders ji vê serhildanê girtin; yek gelê birêxistinkirî dikare bersiva hemû komployan û fitneyan bide, ya duyemîn jî xweparastin tekane rêya parastinê ye. Li ser vî esasî me wek PYD di kongreya xwe ya sêyemîn de, projeya Rêveberiya  Xweseriya Demokratîk li Rojava pêşniyar kir.”

PYD`ê anî ziman ku îro wan sûd ji dersên Serhildana Qamişlo girtiye û wiha dewam kir: “Rejîmê dixwest fitneyê bixe navbera pêkhateyan, lê em dibînin ku hevgirtin di navbera pêkhateyên Bakurê Sûriyê de heye.”

PYD`ê di dawiya daxuyaniya xwe de şehîdên Serhildana Qamişlo bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan heta avakirina Sûriyeyeke demokratîk da.