PYD: Gefa li ser Sûriyeyê dewleta Tirk e
PYD: Dewleta Tirk krîza li Sûriyeyê kûrtir dike. Destekê dide çeteyan, binpêkirinên xwe yên mafan ên li dijî sivîlan didomîne.
PYD: Dewleta Tirk krîza li Sûriyeyê kûrtir dike. Destekê dide çeteyan, binpêkirinên xwe yên mafan ên li dijî sivîlan didomîne.
Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) piştî civîna xwe ya asayî daxuyaniyek nivîskî da.
‘KÛRAHIYA KRÎZAN TÊN DÎTIN’
PYD’ê ev got:
“Desteya Rêveber a PYD’ê civîna mehane di 02.02.2020’yan de li navenda partiyê li dar xist ku pêşketinên siyasî yên dawîn têde nîqaş kirin.
Pêşketinên dawîn ên bilez li Sûriyê û herêmê kûrahiya aloziyê yên ku pergal azarên wê dikişînin, eşkere dikin. Her wiha vîna gelan di pêkanîna guhartin û derketina ji aloziyên siyasî, aborî û civakî yên li tevahî herêmê de bi taybet di rewşa Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de eşkere dibe. Ev şer bi taybet li Rojhilata Navîn bi cih bûye. Ji lewre nakokiyên li herêmê heyî yên hundirîn û bandorên derve çi herêmî yan jî navdewletî dibe, diyarker in.
‘ŞER WÊ BIDOMIN’
Derbarê stratejiya Amerîkayê li Rojhilata Navîn, DYA hewl dide ku ji nû ve stratejiya mayîna li Iraqê û Sûriyê bi taybet piştî ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê derket, Rûsya bû aktorek. Her wiha nakokiyên kuştina Qasim Suleymanî, bertekên ku Şîayên Iraqê û daxwaza parlamentoya Iraqê ya vekişîna hêzên Emerîkayê ji Iraqê. Ev jî tê wateya destpêkeke nû ya nakokiya Emerîka-Îranê. Ew heke di dema niha de venegerî şerê yekser, lê belê wê bi şêweyên cuda li herêmê berdewam be. Tiştên niha li Iraq, Libnan û Sûriyê rû didin, van rastiyan eşkere dikin.
‘DEWLETA TIRK GEF E’
Têkildarî Sûriyê, hê jî dewleta Tirk li ser Sûriyê gefeke mezin e û çareseriya siyasî ya li Sûriyê çi bi rêya piştevaniya çeteyên li Idlibê û nepêkanîna wê ya hevpeymanên bi Rûsyayê re îmze kirine yan jî bi rêya siyasetên guhartina demografiyê ya ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tîne û binpêkirinên li dijî sivîlan, kûrtir dike. Dewleta Tirk hewl dide cîhanê îqna bike ku alîkariya wê di pêkanîna armancên xwe yên fersendgirtina doza koçberên Sûriyê de, bike û gefên bênavber li Ewropayê dixwe. Derheqê Idlibê, însiyatîfa QSD’ê ya pêşwazkirina koçberan girîng û pêwîstiyek bû ku sivîlan biparêzin. Lê belê divê cîhan jî azarên koçberên Idlib, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û ji bilî wan, bibîne.
Ji aliyekî dîtir ve, di civînê de hat piştrastkirin ku pêwîstî bi israrkirina çareseriyên siyasî û metodên demokratîk bi rêya diyalogê çi li ser asta Rojava yan jî li ser asta tevahî Sûriyê dibe, heye.
BANGA ‘LÊKILÎNKIRINA PIRSGIRÊKÊN ABORÎ’
Em bang li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku çareseriyan ji aloziyên aborî re lêkolîn bike û rewşa aborî li welêt bi lez bi rêya pêkanîna Qanûna Qeyser a ku DYE’yê biryara wê daye, têk diçe û Wê aloziya aborî zêdetir bike. Bi wê re jî di radeya yekemîn de gel zirarê dibîne. Ji lewre divê Rêveberiya Xweser a Demokratîk çareserî û rêbazên sivikkirina sînordarkirina aloziya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lêkolîn bike."