PYD’ê li dijî siyasetên qirkirinê yên plankirî banga ketina nav tevgerê kir

PYD’ê êrişa li ser Şengalê şermezarkir û got, “Em bang li hikumetên Başûrê Kurdistanê û Iraqê dikin ku berpirsyartiyên xwe bi cih bînin û sînorekî ji binpêkirinên serweriya Iraqê û binpêkirinên peymanên navnetewî yên ji aliyê dewleta Tirk re deynin."

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) têkildarî şehîdkirina Hevserokê Meclisa Rêveber a Şengalê Merewan Bedel ji aliyê dewleta Tirk ê dagirker daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Hemwextî êrişên hovane yên DAÎŞ’ê yên li ser gelê me yê Başûrê Kurdistanê, dewleta Tirk a dagirker bi serkêşiya tifaqa AKP-MHP’ê, di çarçoveya siyasetên xwe yên qirkirina li dijî gelê Kurd û kokên wê yên dîrokî de, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê Merwan Bedel kir hedef. Dewleta Tirk li navçeya Xanesorê ya Şengalê bi rêya balafireke bê mirov li wesayîta wî ya sivîl da ku du zarokên wî jî tê de bûn.

Şehîd Merwan Bedel yek ji kesayetên ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê damezirand û di parastina gelê me û pêkhateya Êzidî yên li Şengalê ji rêxistinên terorîst de yên ku hewl dan gelê Kurd li ser xaka wan a dîrokî tune bike, xwedî têkoşîneke bêhempa bû û dema komkujî li dijî gelê me yê Êzidî yên li Şengalê hatin kirin, li hemberî rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê şer kir.

Israra faşîzma Tirk û hewldanên wê yên qirkirina gelê Kurd û pêkhateyên wê yên qedîm, israra gelê me ya li ser berxwedan, fedekarî û girêdana bi xaka xwe ya dîrokî û şerê li hemberî rêxistinên terorîst ên rejîma Tirk a dagirker zêdetir dike.

Bêdengiya navneteweyî ya li hemberî rejîma Tirk a ku teknîka nûjen li dijî gelê me yê li Kurdistanê bikar tîne, nîşan dide ku ew kiryarên terorîstî yên li dijî gelê Kurd erê dikin.

Em Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bang li civata navneteweyî, saziyên demokratîk û azadxwazên cîhanê dikin ku rejîma Tirk sûcdar bike ku siyasetên qirkirinê yên plankirî li dijî gelê Kurd û tevahî pêkhateyên herêmê pêk tîne. Her wiha em bang li hikumetên Başûrê Kurdistanê û Iraqê dikin ku berpirsyartiyên xwe bi cih bînin û sînorekî ji binpêkirinên serweriya Iraqê û peymanên navnetewî yên ji aliyê dewleta Tirk re deynin.”