Projeya 'bajarê mêtingeh' a dewleta Tirk

Dewleta Tirk amadekariyan dike, ku li qada berfireh a navbera Serêkaniyê û Girê Spî, ku sala 2019'an dagir kir, ji malên mêtingeh bajarekî ava bike. Piştevanên Tirkiyeyê jî Qatar û Qûweyt in.

Li ser hewldanên dewleta Tirk ên rewakirina dagirkeriya xwe ya li Serêkaniyê û Girê Spî, projeyên têkildarî herêmên dagirkirî û rewşa koçberên Serêkaniyê endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Komîteya Koçberiyê ya Serêkaniyê Ciwan Îso ji ANF'ê re axivî.

Ciwan Îso anî ziman ku şêniyên Serêkaniyê dixwazin ku dawî li dagirkeriyê bê anîn, li bajarê xwe vegerin û got, "Şêniyên Serêkaniyê dibêjin, 'Em ê bi her awayî şert û mercên giran qebûl bikin, li ber xwe bidin, lê em ti carî dagirkeriyê qebûl nakin'. Sekneke bi vî rengî nîşan didin."

'2 HÎMÊN SIYASETA REWAKIRINA DAGIRKERIYÊ'

Ciwan Îso ragihand ku dewleta Tirk li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî bi avakirina kamp, gund, bajarên ji malên brîket hewl dide dagirkeriyê mayinde bike û diyar kir ku siyaseta rewakirina dagirkeriyê li ser 2 hîman dimeşîne. Ciwan Îso got, "Weke rêveberiyê jî 'Meclîsa Herêmî ya Resûlayn' nîşan didin ku bi xwe ava kirine û bi rê ve dibin. Li aliyê din bi rêya saziyên alîkarî, hiqûqî û mirovî yên li herêmên dagirkirî dixebitin, hewl didin rewabûnekê çêbikin. Bi vî rengî dixwazin peyama 'wê demê li vê herêmê fermî û rewa ye' bide."

Der barê lîstika ku dewleta Tirk bi rêya saziyên xwe yên qaşo alîkariyê û saziyên navneteweyî li Serêkaniyê û Girê Spî dimeşîne, ev agahî dan: "Ji destpêka dagirkeriyê û vir ve saziyên ser bi dewleta Tirk ve ÎHH, Kizilay, AFAD, Denîz Fenerî Dernegî, Şanli Ûrfa yardim dernegî li nava Serêkaniyê kar dikin. Hin saziyên din jî hene, lê yên sereke ev in. Yên di nava saziyên ne yên Tirkiyeyê dixebitin jî piraniya wan Tirk e. Dewleta Tirk selefîkirina gel û polîtîkaya Tirkkirinê dimeşîne."

Îso diyar kir ku rêxistina Besma ya ser bi Qûweytê jî amadekariyan dike ku derbasî Serêkaniyê bibe û got, "Bi vî rengî hewl didin dagirkeriya li wê herêmê rewa bikin. Hewl didin bibêjin, 'Ev der herêmeke ewle ye, meclîseke ji gelê xwe heye û saziyên navneteweyî li vir dixebitin'."

QATAR Û QÛWEYT PIŞTGIRIYÊ DIDIN MALÊN MÊTINGEHIYÊ

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Komîteya Koçberiyê ya Serêkaniyê Ciwan Îso anî ziman ku 'Meclîsa Herêmî' jî di nav de hemû saziyên li Serêkaniyê ji aliyê dewlet û îstîxbarata Tirk ve têne birêvebirin û destnîşan kir, dewleta Tirk dixwaze li herêma navbera Serêkaniyê û Girê Spî malên mêtingehiyê ava bike û bajarekî ji wan çêbike.

Ciwan Îso ragihand ku niha amadekarî ji bo vê projeyê tê kirin û got, "Ji bo karibin di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de vê bikin, qadeke berfireh heye. Di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de Silûk heye ku navçeyeke biçûk e; ew der jî ji xwe dagirkirî ye. Li vê derê hînê bi rengekî fermî dest bi çêkirina van malan nekirine, lê belê dewleta Tirk ji bo vê yekê hewl dide destûr ji dewlet û saziyên navneteweyî werbigire û amadekariyê jê re dike. Li gorî agahiyên gihîştin ber destê me jî Qatar û Qûweyt bi rêya rêxistin û saziyên xwe di vê projeyê de piştgiriyê didin Tirkiyeyê.

Dibêjin ku wê milyonek penaberên Sûriyeyî vegerînin Sûriyeyê. Lê belê kesên ku dixwazin vegerînin qadên dagirkirî xelkê ji vê herêmê nînin. Şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî niha li kampan dimînin. Ya rast dewleta Tirk jî bi rastiya xwe zane, lê mixabin saziyên hiqûqî û mafên mirovan ên navneteweyî û gelek ji dewletên navneteweyî vê proje, kiryar û dagirkeriya dewleta Tirk ji nedîtî ve tên.

Her kes dewleta Tirk û siyaseta wê zane. Li Rojhilata Navîn ê ku siyaseta herî zelal dimeşîne dewleta Tirk e. Piştî ku AKP bû desthilatdar bêhtir zelal bû. Dewleta Tirk bi navê 'Tevgera Bariş Pinari' dest bi êrişeke dagirkeriyê kir, lê belê ev êriş ti eleqeya xwe ji bo aştiyê nebû. Beriya dagirkeriyê gelên Serêkaniyê bi rêveberiya xweser di nava aştiyê de bi mafên xwe dijiyan. Lê belê rêjeya gelên xwecihî yên herêmê niha daketiya ji sedî 15-13'an. Êrişa dagirkeriyê û pêvajoya piştî wê hewldanek ji bo guhertina demografiyê bû. Pêvajoya ji niha û pê ve jî gelekî xetere ye û hewl diidn gund, bajarên ji malê mêtingehiyê ava bikin."

ARMANCA WAN A BINGEHÎN MAYINDEBÛNA LI SÛRIYEYÊ YE

Ciwan Îso bal kişand ser armancên siyasî û aborî yên avakirina kamp, gund û bajarên ji malên mêtingehiyê yên li herêmên dagirkirî û di vê mijarê de got, "Armanca bingehîn a dewleta Tirk ji vê projeya mal û bajarên mêtingehiyê ew e ku li Sûriyeyê bêhtir mayinde bibe. Yanî dixwaze dema bê di mijara Sûriyeyê de bêhtir xwedî mafê axaftinê û însiyatîf be."

Ciwan Îso diyar kir ku bicihanîna projeyê û bicihkirina kesên ne ji gelên vê herêmê wê bibe sedema rûdana şerekî navxweyî û destnîşan kir ku ev yek li pêşiya çareseriya krîza Sûriyeyê astengî ye.

JI HERDU BAJARAN 175 HEZAR KESÎ KOÇ KIRIN

Li gorî saziyên mafên mirovan ên li herêmê û Komîteya Koçberiyê ya Serêkaniyê di dema êirşên koçberiyê de 175 hezar kesî ji Serêkaniyê û Girê Spî koç kirine. Beşek ji kesên ji Serêkaniyê koç kirine li 3 kampên li herêma Cizîrê, piraniya wan jî li gund û bajarên li herêma Cizîrê dimînin. Li gorî vê yekê li Kampa Waşokanî 2 hezar û 324 malbat bi giştî 15 hezar û 381 kes, li Hesekê li Kampa Serêkaniyê 2 hezar û 254 malbat bi giştî 12 hezar û 36 kes û li Kampa Newrozê ya li Dêrikê 849 malbat bi giştî 4 hezar û 63 kes dimînin. Şêniyên Serêkaniyê li gel her cûre zor û zehmetiyan dibêjin, "Heta ku Serêkaniyê azad bibe, em ê xwe li her şert û mercên giran rabigirin, em ê li ber xwe bidin lê belê dagirkeriyê qebûl nekin."