Prof. Paech: Civaka navneteweyî divê bi lez bikeve nava liv û tevgerê

Pisporê hiqûqa navneteweyî Prof. Norman Paech destnîşan kir ku dewleta Tirk bi êrîşa li ser Rojava re bendên 4 û 7'an ên Xala 2'emîn a Neteweyên Yekbûyî binpê dike û got, "Divê civaka navneteweyî bi lez bikeve nava tevgerê."

Ji pisporên siyaset û hiqûqa navneteweyî Prof. Paech êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ji 19'ê Mijdara 2022'an û vir ve li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike, ji ANF'ê re axivî.

Prof. Paech anî ziman, endamê Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) Tirkiye di salên dawî de mafên mirovan û pîvanên hiqûqa navneteweyî binpê dike û got, "Mixabin ev êrîşên bêrehm ên li ser gelê Kurd ji rêzê têne dîtin." Prof. Paech bal kişand ser xalên Peymana Neteweyên Yekbûyî ku Tirkiye jî mohr kiriye û got, "Bi êrîşên dawî yên li ser Rojava re dewleta Tirk bendên 4 û 7 ên xala 2'an a Peymana Neteweyên Yekbûyî binpê kiriye."

DIVÊ NETEWEYÊN YEKBÛYÎ Û NATO TAVILÊ DEST LI REWŞÊ WERDIN

Zanyarê Elman Prof. Norman Paech destnîşan kir ku bi van bendên peymanê re hatiye misogerkirin ku divê welatên endamên Neteweyên Yekbûyî hurmetê nîşanî yekparebûn û serweriya xaka welatekî din bidin û got, "Eger yek van bendan binpê bike û êrîşî welatekî din bike, rewş divê li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê darizandin. Ji ber vê yekê civaka navneteweyî bi taybetî jî Neteweyên Yekbûyî û NATO'yê ji bo bidawîkirina êrîşên Tirkiyeyê divê bi lez bikevin nava liv û tevgerê û dest li vê rewşê werdin."

Prof. Paech bi bîr xist ku Kurdan û gelên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstemeke demokratîk a ji mafên wekhev ava kirine û ev yek divê ji aliyê hêzên navneteweyî ve bêne parastin û wiha dewam kir, "Kurdan bi têkbirina çeteyên DAÎŞ'ê re mirovahî hemû rizgar kirin. Lê mixabin niha di êrîşan de hem ji aliyê DYE'yê ve hem jî ji aliyê Rûsyayê ve bi tenê têne hiştin. Li pêş çavên tevahiya cîhanê bi rengekî şênber êrîş li wan tê kirin. Ev yek di heman demê de durûtiya NATO'yê û dewletên rojavayî jî radixe pêş çavan."

GOTINÊN WZÎRA KARÊN HUNDIR NAYÊ QEBÛLKIRIN

Prof. Norman Paech destnîşan kir ku bi taybetî Elmanya eger bixwaze wê karibe van êrîşên rejîma Erdogan bisekinîne û got, "Di nava welatên rojavayî de ya ku têkiliyên xwe bi Erdogan re gelekî baş e û herî zêde hevkariyê pê re dike Elmanya ye. Eger Elmanya bixwaze bi pêkanînên leşkerî û aborî dikare bike ku dawî li van êrîşên binpêkirina hiqûqa navneteweyî bê anîn."

Prof. Paech diyar kir ku Elmanya li şûna ku bi rola xwe rabe ji rejîma Erdogan re dibe hevpar û sûcên rejîmê ji nedîtî ve tê û got, "Gotina ku weke şexs bandoreke nebaş li min kir gotina 'Divê êrîş heta astekê be' ya Wezîra Karên Hundir Nancy Faeser bû. Ev gotin ne ya qebûlkirinê ye. Elmanya divê bi rengekî şênber bibêje 'Ev êrîş bi ti awayî li gorî hiqûqa navneteweyî û endametiya NATO'yê nîne' û helwestê nîşan bide. Divê NATO jî vê mijarê bixe rojeva xwe û li ber rejîma Erdogan rabe."