Polîsên leşkerî yên Rûs wê li ser sînorê Golanê bi cih bibin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku li ser sînorê Sûriye û herêma Golanê ya ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dagirkirin wê polîsên leşkerî yên Rûs bên bicihkirin û nuqteyên çavdêriyê lê bên avakirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Înterfaxê, ji bo li ser sînorê herêma Golanê provokasyon rû nede, wê polîsên leşkerî yên Rûs li herêmê werin bicihkirin. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand, wê li ser sînor 8 nuqteyên çavdêriyê bên avakirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Tassê, Sefîrê Sûriyeyê yê Serokdewletê Rûs Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku hêzên Îranê yên li herêmê çekên xwe yên giran vekişandine. Îsraîlê dabû xuyakirin ku vekişîneke wiha têrê nake.