‘PKK, rêxistinek têkoşînere’
Dayika Melka Gulab destnîşan kir ku PKK bû sembola hemû gelan û got: “Eger ku tekoşîna PKK’ê nebûya berhem û destkeftiyên ku niha li Rojava û Bakurê Suriyê jî ne dihatin bidestxistin.”
Dayika Melka Gulab destnîşan kir ku PKK bû sembola hemû gelan û got: “Eger ku tekoşîna PKK’ê nebûya berhem û destkeftiyên ku niha li Rojava û Bakurê Suriyê jî ne dihatin bidestxistin.”
Dayika bi navê Melka Gulab ya ku ji Gundê Gulab a bajarê Qamişlo dijî, di derbarê tekoşîna PKK’ê û naskirina wê ya PKK’ê ji ANF’ê re nirxand.
‘JI BERIYA PKK’Ê ME XWE NAS NEDIKIR’
Dayika Melka Gulab, bal kişand li ser naskirina xwe ya bi PKK’ê re û wiha got: “Dema ku ez li gundê xwe Gulab bûn, me ne dizanî ka li cihanê çi rû diqewimin. Lê piştî ez zewicim û hatim bajarê Qamişlo û me PKK nas kirî, me ziman, çand, dîrok û nasnameya xwe nas kir. Ji beriya PKK’ê li Rojavayê Kurdistanê rejima Sûrî hebû. Hîna ku em li gundê bû, em dibin zilma rejima Sûriye debû, rejimê ne dihişt ku em bi zimanê xwe perwerdê bibînin. Dema ku me rêxistina PKK’ê naskir me êdî karî di her qadê de kar bikin û xwe rêxistin bikin. Di despêkê de me ne dizanî ku tevgerek bi navê PKK’ê derketiye. Ji ber ku em dibin zilma rejimê debû.
‘BI RÊBER APO ME XWE NAS KIR’
Gulab qala derbastûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a dema Sûriye kir û wiha anî ziman: “Dema ku Rêber APO derbazî Rojava bû û şûnde me zêdetir tevgera PKK’ê baştir nas kir. Naskirina me ya bi PKK’ê û Rêbertî re di dema ku Rêber APO derbasî Rojavayê Kurdistanê bûyî ve çêbû. Despêkê çend heval hatin gundê me, mene dizanî ew heval in piştî ku bavê min got ev PKK ne, yanî Apocî ne ez pir keyfxweşbûm, ji ber ku min her dixwest wana bibinim û li gel mebin. Ji ber ku tevgerek ya Kurdistanê bûn, ne tenê ji bo xwe û berjewendiyan kar dikirin ji bo hemû gelên Kurdistan û gelên ku azadî dixwestin kar dikin.
‘PKK JI BO JINAN BÛ HÊVIYEK MEZIN’
Dayika Gulab di derbarê tekoşîna jinê ya ku di nava PKK’ê de jî ev nirxandin kir: “Ji beriya ku Rêber APO û rêxistina PKK’ê belav bibe, jin weke koleyê civakê bû. Yani dikarim bêjim wek ku çewan kesekî çavên wî tûne be, di nava civakê de digere jin jî hatibû wê astê. Lê belê piştî ku fikrên Rêber APO û rêxistina PKK’ê belav bû, ji bo jinê bû hêviyek herî mezin di cîhanê de. PKK’ê ji bo jinê di haman demê de artêşbûneke xweser jî da avakirin, yanî em dikarin bêjin hêviya jinê ya herî mezin bi PKK’ê çêbû. Têkoşîna ku jinê di nava PKK’ê de dayî meşandin bû hêviyek ji bo hemû jinên cihanê û Rojhilata Navîn. Ji ber ku bingehê herî mezin ji bo jinê di nava PKK’ê de hat avakirin, ji ber ku jin xwedwanda civakê ye. Di despêkê de di gotin jin nikarin şer bikin, nikarin kar bikin û nikarin di nava civakê de wek zilam xwe bide pêş, lê belê piştî Rêber APO û rêxistina PKK’ê ku derket û şûnde, jinê li her qada civakê xwe bi rêxistin kir û bi tekoşîna xwe ya ku di nava PKK’ê de xwe li cîhanê da naskirin.”
DI ROJAHILATA NAVÎN DE PKK BÛ SEMBOLA HEMÛ GELAN
Dayika Melka Gulab bal kişand ser têkoşîna PKK’ê û wiha pêde çû: “Têkoşîna PKK’ê ku di roja me ya niha de li Rojhilata Navîn tê meşandin di vê têkoşînê de gelek berhemên dîrokî hatin bi destxisitin. Ev tekoşîn bi fikir û felsefeya Rêber APO tê meşandin, ji ber ku tekoşîna ku niha li Rojhilata Navîn ku PKK dide meşandin bûyê hêviya hemû gelên demokrat. Têkoşîna PKK’ê ya 40 salî li hember dijmin û faşîzma dagirkeran bû. Ev têkoşîn li her devra cîhanê belav bû û bi rêxistinekî pir mezin bingehê xwe da avakirin. Bingehê vê tekoşînê jî fikir û felsefeya Rêber APO bû, ev tekoşîn li Rojhilata Navîn û tevahiya cihanê ji bo gelên demokrat û bindest bû hêviyek herî mezin. Ji ber ku tekoşîna ku PKK’ê li Rojhilata Navîn dayî meşandin niha bûye sembola hemû gelên di dîrokê di bin koletiya dijminan de dijîn. Têkoşîna PKK’ê ya 40 salî ji bo gelên Rojhilata Navî û gelên din jî bû bingehek ji nû ve avakirinê. Eger ku tekoşîna PKK’ê tûne bûya me ne dikarî niha bi awayekî keyfxweşî li ser axa welatê xwe yên Rojavayê Kurdistanê bijîna. Eger ku tekoşîna PKK’ê nebûya berhem û destkeftiyên ku niha li Rojava û Bakurê Sûriyê jî ne dihatin bidestxistin. Ji ber ku fikir û felsefeya Rêber APO û tekoşîna PKK’ê di Rojavayê Kurdistanê de, bû berxwedanek dîrokî ya bi salan. Vê tekoşînê bi sedan gelên sivîl ji bin zor û zordestiya dijmin rizgarkin, ji ber ku ev têkoşîn têkoşînek bê hempa bû. Têkoşîna PKK’ê ne tenê ji bo gelê Kurd bû, ji bo tevahiya gelên bindest û Rojhilata Navîn bû. Niha li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê ev têkoşîn bûye wek sembolek ya berxwedanê. Bi dehan keç û xortên ji hemû gelan niha di nav vê tekoşîn û berxwedanê de cihê xwe digirin, ev keç û xort ji bo jiyanek azad ku bi awayek xweşî li welatê xwe jiyan bikin di nava PKK’ê de bi fikir û remanê Rêber APO xwe bi rêxistin kirine û li her qadê niha li berxwedidin.”
Dayika Gulab herî dawî bang li hemû gelên azadî xwaz kir ku rabin têkoşînê. Li gel wê divê hemû çekê û xortên Kurd ji bo jiyanek azad rabin ser lingan di nava PKK’ê de bi fikir û ramana Rêber Apo xwe birêxistin bikin û têkoşînê ji bo azadiya Serokatî bidin meşandin.