‘PKK bû hêviya gelên bindest’

Bavê şehîdeke azadiyê Nûrî Xelef: Tekoşîna PKK’ê di Rojhilata Navîn de ji bo hemû gelan bû hêviyek ji nû ve hatî afirandin. Ev fikri û felsefeya PKK’ê ji bo hemû gelên bindest bû hêviyeke herî mezin a serketinê.

Babê şehîdeke azadiyê ku ji salanên 90’î heta niha di nava tekoşîna PKK’ê de kar û xebatan dide meşandin Nurî Xelef li ser girîngî û tekoşîna PKK’ê ji ANF’ê re nirxandin kir.

 ‘JI BERIYA EM PKK’Ê NAS BIKIN, EM LI GEL PARTIYA ÇEP A SÛRIYE BÛN’

Nûrî Xelef bal kişand li ser naskirina xwe ya bi PKK’ê re û got: “Beriya ku em PKK’ê nas bikin fikra me ya Partiya Çep a Sûriye bû, ji ber ku di wê demê de Partiya Çep a Sûriye pêtirî xwe pêşketî bû. Piştî ku me PKK nas kir, me zanî ku kar û xebatên wê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê ye û ji bo wê ji me dilekî germ pêşwaziya wan kir û ketin nav tekoşîna wan. Me di sala 1998’an de wek nav PKK nas kir.

Ji ber ku PKK ji bo hemû parçeyên Kurdistên kar dikir, me jî wek malbat cihê xwe nav vê partiya karkeran de girt û me zarokên xwe di nav partiyê de bicih kirin. Ji ber ku ev partî bi fikrek azad têdikoşiya, ev fikrê azad jî li her devra cîhanê belav û niha jî li her deverê deng vedaye.

Naskirina min ya bi PKK’ê li ser bingehê azadiya gelan û demokrasiyê bû. Ev ji ber ku PKK’ê partiyek ji bo her parçeyên Kurdistanê kar dike û têkoşînê dide. Ji ber ku PKK ne fikrek wisa ye ku mirov bêje wê ev fikir têk biçe, ji ber ku ev fikir hem ji derve di nava têkoşînê deye, hem jî ev fikir di nava çar dîwaran de di nav têkoşînê deye. Ji ber vê yekê jî em dibêjin PKK partiya hemû gelên bindest û berxwedêre.

Di despêkê de dema me PKK naskirî ji gelên Tirk, Kurd û hwkd di nav de cihê xwe digirtin. Dema ku min car yekem ew dîtin, min dît ku ew ji bo mirov û mirovahiyê kar dikin. Ji ber vê yê di sala 1997’an de dema ku PKK derbasî Rojava bûn, me dît ku ew ji bo mirovahiyê kar dikin me derê mala xwe ji bo wan vekir. Ji ber vê yêk jî ez bang li hemû gelên Tirk, Ereb, Sûryan û hwd dikim ku ji bo ev têkoşîn xurt bibe divê xwe li kêleka tekoşîna PKK’ê ya 40 salên xwe dagirtî bigire.”

 ‘JI BERIYA ŞOREŞA ROJAVA PÊK BÊ, TÊKOŞÎNA PKK’Ê LI ROJAVA HILKETIBÛ’

Xelef qala têkoşina PKK’ê ya ji beriya şoreşa Rojava kir û wiha got: “Ji beriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û di demê Rejima Sûriye de ji têkoşîna PKK’ê li Rojavê Kurdistanê hebû, lê pir kêm bû. Her çendî pir kêm bû jî lê belê li Rojava di dema rejimê de têkoşînek bê hempa hebû. Di aliyê rêxistin kirina gel de jî pêşketin di nav Rojava de çêbû. Têkoşîna PKK’ê ya ku 40 salên xwe qedand, cihekî pir stratejîk di nava Rojavê yê Kurdistanê û tevahî cihanê de cihê xwe girt. Ev têkoşîna ku niha tê meşandin û Şoreşa Rojava li gel hatî hildan tabi kî, têkoşîna PKK’ê ya ku bi salan dide meşandin radixe ber çavan. Berhemên ku niha li Rojava û cihanê tên bi destxistin, jî berhemên têkoşîna PKK’ê û fikrên Rêber APO ne. Di dema despêka şoreşê de PKK’ê bi awayekî aktif gel bi rêxistin kirin û ciwan jî aktif kirin û li hember dijminan têkoşînek bê hempa hat meşandin.”

 ‘PKK DI ROJHILATA NAVÎN DE TÊKOŞÎNEKE SALAN DA KIRIN’

Nurî Xelef di derbarê tekoşîna PKK’ê ya li Rojhilata Navîn de ev tişt anî ziman: “Têkoşîna PKK’ê di Rojhilata Navîn de, cihekî pir girîng girt. Ji ber ku PKK ji bo gelên bindest û azadî xwaz têkoşiya li her devrê Rojhilata Navî û ji her gelan tevlî nava tekoşîna PKK’ê bûn. Tekoşîna PKK’ê di Rojhilata Navîn de ji bo hemû gelan bû hêviyek ji nû ve hatî afirandin. . Ev fikri û felsefeya PKK’ê ji bo hemû gelên bindest bû hêviyeke herî mezin a serketinê. Ji ber vê çendê ji niha li Rojavayê Kurdistanê berhemên ku hatîn bi destxistin û bi sedan sivîl hatine rizgar kirin, ev yek bi fikir û tekoşîna PKK’ê hatiye bidestxistin.”