Piştî komkujiyê li Herêma Cizîrê şîn hate ragihandin

Piştî komkujiya ku dewleta Tirk li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê kir, şîn hate ragihandin. Li herêma Cizîrê dikan hemû hatin girtin.

Dewleta Tirk şeva 19'ê Mijdarê bi hevdemî êrîş bir ser gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê. Bi taybetî li Dêrikê êrîş bir ser sivîlan û komkujî kir.

Di êrîşên dewleta Tirk de 14 sivîl şehîd bûn ku 9 ji wan li Dêrikê şehîd ketin.

Piştî komkujiyê şîn hate ragihandin û li herêma Cizîrê dikan hatin girtin.

Tê payin ku cenazeyên şehîdan di nava rojê de bi merasîmên girseyî bêne veşartin.

Li gorî agahiyan 12 şehîd wê danê nîvro li Şehîdgeha Şehîd Xebat Dêrik bêne veşartin.