Pirtûkxaneya gerok a li Qamişlo di roja sêyemîn de bi dawî bû

Pirtûkxaneya gerok ya bi pêşengiya ciwanan hatibû destpêkirin, îro di roja sêyemîn de li bajarê Qamişlo bi dawî bû.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin, dest bi pirtûkxaneya gerok û komkirina îmzeyan kiribûn.

Îro jî ev çalakiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan li bajarê Qamişloyê piştî 3 rojan bi awayekî serkeftî bi dawî bû. Ciwan û jinên ciwan bi dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” têkoşîna xwe ya li qadan bilind dikin.

Herî dawî jî ciwanan diyar kirin ku heya komplo têk biçe û PKK ji ‘lîsteya terorê’ derkeve, ew ê jî çalakî û têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin.