Pirtûka ji bo bîranîna şehîdên enternasyonal

Li ser jiyana enternasyonalên di Şoreşa Rojava de şehîd bûn pirtûkek bi navê 'Şehîd namirin-Lehengên Enternasyonalîst ên Şoreşa Rojava' pirtûkek hate weşandin.

ŞEHÎDÊN ENTERASYONALÎST ÊN ROJAVA

Şoreşgerên enternasyonal ên ku ji bo Şoreşa Rojava di bin sîwana YPG'ê de tevlî nava têkoşînê bûn, bi navê 'Şehîd namirin-Lehengên Enternasyonalîst ên Şoreşa Rojava' pirtûkek amade kirin. Pirtûk cih dide beşên jiyana şoreşgerên enternasyonal ên ku di pêvajoya şoreşê de şehîd bûn. Pirtûk di 24'ê Adarê bîranîna Roja Şehîdên Enternasyonal de tê nasandin.

Pirtûka ku pêşgotina wê ji aliyê Fermandariya Giştî ya YPG'ê û Enternasyonalên YPG'ê ve hate nivîsandin, tevî arşîva YPG-YPJ-QSD'ê her wiha ji malbatên şehîdan jî têkildarî jiyana şehîdên enternasyonalîst agahî hatin bidestxistin.

Di pirtûkê de piştî pêşgotinê Şoreşa Rojava, YPG-YPJ têne nasandin, bûyerên li Sûriyeyê bi serê Kurdan ve hatine têne vegotin, paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wateya asta şehadetê tê vegotin. Her wiha têkoşîna wan enternasyonalan tê veogtin ku li Kobanê, Hehsekê, Reqa, Minbicê, Efrîn û Serêkaniyê tevlî berxwedanê bûn û şehîd ketin. Di pirtûkê de wêne û agahiyên li ser şehîdan jî hatin weşandin.

Di pirtûkê de qala têkoşîna 54 şehîdan tê kirin.

Pirtûk ku sala 2022'an amadekariya wê destpê kir, bi Îngilîzî hate nivîsandin. Pirtûk li warê ku enternasyonal lê şehîd ketin, yanî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meha Adarê hate çapkirin. Pirtûk wê ji malbatên şehîdên enternasyonal bê şandin û di heman demê de li welatên cuda jî bê çapkirin. Pirtûka ku bi zimanê Portekîzî jî amade ye, di dema bê de wê bi Kurdî, Erebî, Elmanî, Fransî û Spanî jî bê wergerandin.