Pîrozbahiya Newrozê li Vorarlbergê

Newroza sala 2023’yan, li Awûstûryayê bi kêf û coş hat pîrozkirin.

Li eyaleta Vorarlberg a Awûstûryayê, Kurd û dostên xwe Newroz bi kêf û coş pîroz kir. Salona pîrozbahiyê, bi alên Kurdistanî û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xemilandin.

Bername, bi rêzgirtinê dest pê kir û bi sînevîzyoneke li ser têkoşîn û jiyana Şehîd Fazil Botan dewam kir. Li axaftina Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan a li ser têkoşîna şehîd Fazil Botan jî hat temaşekirin.

Bi pişt re hevalên têkoşînê yên Fermandar Fazil Botan axivîn.

Di çarçoveya bernameya Newrozê de, Hozan Cewad Merwanî, Hozan Şemdîn û Hozan Diyar derketin ser dikê. Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk jî axivî. Çelîk, Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan û yên li pîrozbahiyê kir. Demîr Çelîk, behsa giringî û rabirdûya Newrozê kir û bi şûn de, destnîşan kir ku hilbijartinên ku wê Meha Gulanê bên kirin gelek giring in û got: ‘’Çareseriya yekane ya xelasbûyîna ji Erdoganê dîktator, Partiya Çep a Kesk e.’’

Newroz, bi kêf û coş hat pîrozkirin. Bêyî sekin dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bijî Newroz û Şehîd Namirin’’ hatin berzkirin.