Pîlana dewleta Tirk û ENKS'ê ya ji bo rewakirina dagirkeriyê

Li Efrînê 2 mehên dawî bûyerên revandina sivîlan û xwestina fîdyeyê zêde bûn. Beşek ji kesên ku ji aliyê dagirkeran ve hatin revandin ew Kurd bûn ku ji ber dagirkeriyê koçî Heleb û Şehbayê kiribûn, lê piştre bi propagandaya ENKS'ê li Efrînê vegeriya bûn.

Efrîn nêzî 3.5 sal in di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye. Demografiya bajêr bi êrişa dagirkeriyê û kiryarên dagirkeran ên ne kêmî DAÎŞ'ê hate guhertin. Beriya dagirkeriyê ji sedî 96-98 ê şêniyên bajêr Kurd bûn. Niha li gorî hin çavkaniyan tenê ji sedî 22 ê nifûsa bajêr Kurd mane. Li gorî hin çavkaniyan ev rêje ji sedî 15 ye. Li bajêr di çarçoveya plansaziya dewleta Tirk, MÎT û çeteyên 'Artêşa Milî' (SMO) bi rêk û pêk komkujî, êşkence, fîdye, talan û destdirêjî têne kirin.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ya Sûriyeyê, li Efrînê ji destpêka operasyona dagirkeriyê û vir ve herî kêm 7 hezar û 810 kes hatin revandin, ji wan aqûbeta zêdeyî 3 hezar kesî nediyar e. Nêzî 50 Efrînî tevî ku welatiyên Sûriyeyê ne ji aliyê dagirkeran ve ber bi Tirkiyeyê hatine revandin û li girtîgehên Tirkiyeyê têne girtin. Hin ji wan li dadgehên Tirk hatine darizandin û cezayên giran li wan hatine birîn.

Piştî gotinên Alîkarê Serokê Komîsyona Şoreşger û Muxalîfên Sûriyeyê (SMDK) a ser bi dewleta Tirk û endamê Desteya Rêveber a ENKS'ê Abdulhekîm Beşar ku digot 'îdîayên li ser sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer ên dewleta Tirk ên li Efrînê nerast in' li Efrînê bûyerên revandina sivîlan zêde bûn.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ya Sûriyeyê meha Tîrmehê 37, meha Tebaxê 42 kes di nava du mehan de bi giştî 79 kes hatin revandin. Jİ wan 5 kes jin, yek jî zarokeke keç a 14 salî ye. Heta niha ji jinên hatine revandin tenê yek hatiye berdan.

LI EFRÎNÊ PLANA ŞARK ISLAHAT Û QIRKIRINA KURDAN DI MERIYETÊ DE YE

Berdevkê Komeleya Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo û hiqûqnasên Efrînî Cebraîl Mistefa li ser rola revandinan a di plana guhertina demografiya Efrînê, zêdebûya bûyerên revandinê û êşkenceyê û rola ENKS'ê ya di şerê taybet de ji ANF'ê re axivî.

Cebraîl Mistefa bi bîr xist ku ji dema dagirkirina Efrînê û vir ve çeteyên Tirk di serî de Kurd xwecihiyên bajêr direvîne û destnîşan ku armanc ji van revandina ne pere yan jî fîdye ye. Cebraîl Mistefa diyar kir ku dagirker ji bo guhertina demografiya bajêr û pêkanîna qirkirina Kurdan şêniyên Efrînê direvînin, vê yekê jî bi rêk û pêk dikin û got, "Polîtîkaya qirkirina Kurdan ku Mûstafa Kemal li Bakurê Kurdistanê meşand îro li Efrînê dewam dike.

Kiryarên dagirkeriyê yên li Efrînê dewama plana Şark Islahat e. Li Bakurê Kurdistanê di salên destpêkê yên komarê de û dawiya salên 1980'î destpêka salên 1990'î guhertina demografîk hate kirin. Ya ku niha li Efrînê tê kirin jî dewama vê ye. Li Efrînê berhemên dîrokî hatin talankirin, xweza û dîrok tê wêrankirin. Li Efrînê 4 şehîdgeh hatin xerakirin. Ev hemû ji bo guhertina demografiya bajêr li ser bingeha qirkirina Kurdan têne kirin."

KIRYARÊN DAGIRKERIYÊ YÊN HOVANE YÊN LI EFRÎNÊ BI RAPORÊN NAVNETEWEYÎ HATIN BELGEKIRIN

Cebraîl Mistefa anî ziman ku dewleta Tirk ji destpêka dagirkeriyê û vir ve li dijî Efrîniyan bi her awayî kiryarên li dijî mirovahiyê dike û ev kiryar jî hatine bi belgekirin û bi raporên navneteweyî hatine teşhîrkirin. Mistefa got, "Raporên navneteweyî, raporên rêxistinên mafên mirovan ên li qadên rêveberiya xweser nîşan dan ku ev kiryar di asta sûcên li dijî mirovahiyê de ne. Komîsyona Lêpirsînê ya Navneteweyî ya Serbixwe ya Sûriyeyê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî jî di rapora xwe de cih da vê yekê. Yanî kiryarên li derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk ên li Efrînê gihîştine wê astê ku kes nikare qebûl bike."

KOMÎTEYA 'RADESTKIRINA MAFAN' XAPANDIN E

Mistefa ragihand, piştî ku kiryarên hovane yên li bajêr ji aliyê saziyên mafên mirovan ên Sûriye û navneteweyî ve hatin belgekirin, li şûna ku kêm bibin zêdetir bûne. Mistefa diyar kir ku bûyerên revandinê û êşkenceyê yên li Efrînê zêde bûne û bi vî rengî qala hin polîtîkayên dagirkeran ên ji bo xapandina raya giştî kir: "Di çarçoveya çarçoveya plana guhertina demografiyê û qirkirina Kurdan de ya dewleta Tirk, SMDK û ENKS siyaseteke qirêj dimeşînin. Nasir Herîrî di vê çarçoveyê de Cotmeha 2020'î hat Efrînê.

Weke gava duyemîn bi navê 'Komîteya radestkirina mafan' komîteyek ava kirin. Yên ku di nava vê komîteyê de ne ew kes in ku mal, milkên Efrîniyan talan kirine, desteser kirine. Ji ber vê yekê mirov nikarin li ber van rabin. Ev komîte ji bo xapandina raya giştî hatiye avakirin. Dema dawî rêveberiya SMDK'ê careke din serdana Efrînê kir û diyarî da fermandarê çeteyên Tûgaya Suleyman Şah Ebû Emşa. Ev hemû nîşan didin ku dewleta Tirk, SMDK û ENKS hemû ji bo guhertina demografiya Efrînê dixebitin."

ENKS LI DIJÎ GELÊ LI ŞEHBAYÊ ŞERÊ TAYBET DIMEŞÎNE

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo anî ziman ku mehên Tîrmeh û Tebaxê revandina sivîlan ji aliyê dagirkeran ve zêde bûye û diyar kir ku beşek ji kesên hatine revandin ew mirov in ku li gel dagirkeriyê jî li bajêr man, beşek jî ji Şehba û Helebê jinûve vegeriyabûn Efrînê.

Şêxo diyar kir ku ENKS'î ji bo Efrîniyên koçî Şehbayê kirine di çarçoveya polîtîkaya dewleta Tirk de vegerîne Efrînê şerekî taybet dimeşîne û got, "Hin kesên ji ENKS'ê bang li xizmên xwe û kesên nêzî xwe dikin ku bên Efrînê. Li xizm û nasên xwe yên li Şehbayê digerin û dibêjin, 'Li xaka bav û kalên xwe vegerin. Li Şehbayê hûn li kampan e, eger hûn venegerin hûn ê demeke dirêj li Şehbayê bimînin. Vegerin, zeytûnên xwe, malên xwe werbigirin. Naxwe wê mal û zeytûnên we biçin. Eger hûn vegerin kes wê tiştekî bi we nekin."

Ji bo xelkê ji Şehbayê bibe Efrînê komek ji 25 kesan ava kirine. Beşek ji van li Efrînê beşek jî li derve ne. Em di wê baweriyê de ne ku hinek jî li Şehbayê ne. Ji bo xelkê ji Şehbayê bibin Efrîn a dagirkirî propagandayê dikin û derbasbûnê birêxistin dikin. Bêguman ENKS vî karê ne tenê bi civînan û telefonan dike. Di vê mijarê de çapemeniyê jî bi kar tîne. Malperek ser bi ENKS'ê vê mehê hin nûçe amade kir. Di van nûçeyan de ragihand ku Rêveberiya Xweser 'Wê 500 malbatî bibe Reqayê bibe ser sînorê Sûriye û Iraqê bi cih bike. Eger hûn venegerin Efrînê hûn ê biçin Reqayê. Mal, zeytûnên we wê hemû biçin'. Propaganda vê yekê kirin."

DIXWAZIN DAGIRKERIYÊ MAFDAR NÎŞAN BIDIN Û RÊVEBERIYA XWESER TASFIYE BIKIN

Şêxo got, "Ji aliyekî ve êşkenceyê li Kurd, Ereb xwecihiyên li Efrînê dikin, wan direvînin û pereyan ji wan distînin. Li aliyê din jî dewleta Tirk bi destê ENKS'ê beşek ji Kurdan li Efrînê vedigerîne û dibêje 'Tiştên têne gotin derew in. Binerin hîn jî vedigerin Efrînê. Me qebûl dikin' û axaftina xwe wiha dewam kir: "Hema hema her roj bombeyan li Şehbayê dibarînin ku derdora 150 hezar sivîl lê ne. Beşeke mezin a Efrîniyan li gel şert û mercên giran li Şehbayê man û berxwedana xwe dewam kirin. Li Şehbayê rêveberiya xweser dewam kirin. Sedemeke van polîtîkayan jî şikandina berxwedana li Şehbayê û tasfiyekirina rêveberiya xweser e. Ji ber ku dixwazin xwe li qada raya giştî ya navneteweyî mafdar nîşan bidin û êrişên li ser Şehbayê zêde bikin. Her wiha karê ji bo girêdana Efrînê bi Tirkiyeyê ve dewam dikin. Bi mafdarnîşandana dagirkeriyê dixwazin Efrînê mîna Lîwa Îskenderûnê desteser bikin."

Îbrahîm Şêxo ragihand ku beşek ji Efrîniyan bi polîtîkayên şerê taybet ên SMDK'ê û ENKS'ê vegeriyan Efrînê, pereyên wan hatin desteserkirin, êşkence li wan hate kirin û got, "Hem di rê de qaçaxçiyan ku ew bi xwe jî çete ne, pereyên wan distînin. Piştre dema dikevin Efrînê ji aliyê çeteyan ve têne revandin û çete di berdêla pereyan de wan berdidin. Hinekan jî bernadin. Hem êşkenceyê li wan dikin hemn jî pereyên wan ji wan distînin. Dema dawî pereyên ku standine ne kêm e. Em hîn bûn ku ji hinekan 6 hezar dolar ji hinekan jî 7 hezar, 8 hezar dolar fîdye standine. Yên ku xelkê li Şehbayê bi rêyên qaçax dibin Efrînê çeteyên ser bi dewleta Tirk ve ne. Destpêka Tebaxê hin malbatên ji Şehbayê çûn Efrînê li gundê Qimarê yê dagirkirî hatin girtin. li vir birin qereqola Tirkan. Qaçaxçî ji çeteyên Feylaq Şam û Tumena Hamza bûn. Hinek di berdêla pereyan de hatin berdan. Hinek jî bernedan."

YÊN KU DAXWAZA MALA XWE KIRIN HATIN KUŞTIN

Îbrahîm Şêxo anî ziman ku soza radestkirina mal û zeytûnan ji kesên vegerin Efrînê tê dayin, lê belê ev soz xapandine û got, "Meha Tebaxê li Şiyê koma çete ya Suleyman Şax bi malbatan re civînek kir. Ji wan xwest ku bang li malbatên li Şehbayê bikin ku bên Efrînê, yên bên di berdêla 2000 dolarî de wê malên wan radestî wan bênekirin, yên neyên jî malên wan wê bi temamî ji dest biçin. Ji bo vê jî qaşo komîteyek ava kirin ku dagirker û çeteyên Suleyman Şax (Emşat) di nav de ne.

Malên gelek Kurdên hîn li Efrînê ne di destê dagirkeran de ne. Ji bo xapandina raya giştî tiştekî bi navê 'komîteya radestkirina mafan' ava kirin. Ji Kurdên li Şehbayê re dibêjin 'werin malên xwe werbigirin'. Lê belê mal û milkên gel ên talan kirine radest nakin. Mînak, Didwan Abdûrrahman tevî dagirkeriyê jî li Efrînê maye. Mala wî hatiye desteserkirin. Serî li komîteyê da, mala xwe werdigire. Lê belê ji aliyê çeteyên ser bi Tûgayên Hamza ve li gundê Mezin ê navçeya Mabeta ya Efrînê tê kuştin. Mirov bêriya Efrînê dike. Dixwaze xwe bigihîne malên xwe, zeytûnên xwe xaka xwe. Lewma hinek ji mirovan bi vê propagandayê vedigerin Efrînê. Lê belê li Efrînê dewleta Tirk qirkirina Kurdan dike, êşkenceyê dike, zilmê dike. Kiryarên DAÎŞ'ê bênavber dewam dike. Mirovên ku vedigerin dikevin binê vê zilmê."