Peyama YPJ'ê ya li ser 25'ê Mijdarê

YPJ: Mîna ku di dîrokê de jî tê dîtin, jinan ti carî serê xwe li ber êrîşan netewandine û bi rengekî bêhempa timî li ber xwe dane.

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê peyamek weşand û got, "Em ê têkoşîna xwişkên Mîrabel û hemû jinên şoreşger bilind bikin."

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) wiha ye:

 "Em salvegera 58. ya roja 25 Mijdarê, di şexsê her sê xwişkên têkoşer de, tevahî jinên ku ji dîrokê heya roja îro ked, bedel û têkoşînê di oxira azadiya jinê de dane, navên xwe bi pênûsên zêrîn di rûpelên dîrokê de nivîsîne, bi minetdarî têkoşîna wan silav dikin û careke din sozê didin ku em ê li ser şopa nirxên wan bin.

Di dîrokê de têkoşînê de jin ti carî nehatine rawestandin. Li hemberî her cûre serdestî û pergala desthilatiyê jinan her tim serî rakirine, bi şêwazên dewlemend civak li dora xwe kom kirine û li ber xwe dane. Xwişkên Mirabel, di salên 1930'î de li hemberî pergala faşîzmê û dîktatoriya li ser welat û gelê wan tê meşandin, têkoşîneke dîrokî kirin. Her sê xwişkan ji bo gelê xwe biparêzin û dawî li bê mafiyê bînin, biryara serî hildanê didin û têkoşînê li hemberî dîktatoriya hikûmeta heyî dimeşînin. Kîn û nefreta ku hêzên serdest li hemberî têkoşîna her sê xwişkan dijîn, digihe asteke wiha hovane ku dest dirêjî van her sê têkoşeran dikin û bi êşkenceyeke giran ve wan qetil dikin.

Lê ev têkoşîna her sê xwşikan hêrseke pir mezin di dilê gel û jinan de ava dike ku piştî demeke kin serîhildaneke mezin çêdibe û dîktatoriya heyî têk diçe. Ev têkoşînea giranbiha bi herikîna demê re dibe têkoşînea hemû jinên cîhanê û ev roj dibe roja cîhanî ya têkoşînea li dijî şideta li ser jinê.

Di roja îro de tevahî jinên cîhanê 25’ê Mijdarê weke roja xwe dibînin û li hemberî zilm û serdestiya mêr şerê azadiyê didin meşandin. Êdî ne tenê ev roj, her roj, her kêlî û li her qada jiyan lê heye, jinan veguherandiye têkoşînê. Ji wê ye ku bi qasî têkoşînê hêrsa pergala kapîtalîst a mêrê desthiladar jî dijwartir bûye. Bi qasî ku ev êrîş û şidet fîzîkî ne ewqas jî siyasî û polîtîk in. Her ku jin serî radike, zanebûna parastinê û fikrî bi dest dixe, şidet, tundî û êrîşa pergala desthiladar jî girantir dibe û di her qada jiyanê de jin dibe qurbanê her cûre feraset û hişmendiya serdestiyê. Lê mafê her jinê heye ku xwe li hemberî van êrîşan biparêze, xwe bi rêxistin bike, perwerde bike û xwe bighîne hêza xweparastinê. Ji wê ye ku têkoşîna îro jinên Kurd û hemû jinên cîhanê dimeşînin têkoşîneke dîrokî ye û pir watedare. Têkoşîneke ku dixwaze di pêşengiya jinê de civakeke exlaqî û polîtîk, civakeke azad û bi aram diyarî neteweya xwe û hemî mirovahiyê bike.

Vaye îro li ser xaka welatê me jî, li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê êrîşên pir kirêt tên kirin. Ev êrîş herî zêde jî jinê dixin navenda hedefên xwe. Çeteyên DAÎŞ û dagirkeriya Tirk bi van kiryarên xwe yên hovane ve dijminahiya herî mezin dikin. Lê wekî ku di tevahiya dîrokê de jî xuya dike, jinê ti carî serî ji êrîşan re netewandiye û berxwedaneke bê hempa raberkirine. Ev têkoşînbi yekîtiya ruhî û bi hişmendiya bilindkirina xweparastinê dikare were mayîndekirin. Em bi vê bîr û baweriyê têkoşînê dimeşînin û ev ji bo me erkeke dîrokî ye.

Yekîneyên Parastina Jinê YPJ bi vê wateya giranbiha xwedî li vê rojê derdikevin. Erk û berpirsyariya dikeve ser milê me ew e ku em têkoşîna her sê xwşikên Mîrabel û ya hemû jinên şoreşger bi şer, jiyan û têkoşîna xwe ve bilintir bikin. Em bi van nirxên ku jinê avakirine bi serbilindî û biryardariyeke mezin ve xwe li têkoşîn û berxwedanê dipêçin da ku em bibin hêza parastina hemî jinan. Em careke din bang li tevahî jinan dikin ku hemû rojan bikin roja 25’ê Mijdarê, bikin roja têkoşîne û berxwedana bi rûmet.

Li ser vê bingehê em di şexsê her sê xwişkên Mîrabel de hemû jinên têkoşer û berxwedêr bi bîr tînin û soza avakirina siberojeke azad didin hemû jinan."