Seyît Evran ku bi salan karê çapemeniyê kir û yekê şoreşger bû, 22’yê Îlonê krîza dil kir û bû şehîd.
Seyît Evran, çûbû serdana mala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Elpelûrê ku gundekê li rojavayê Kobanê ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gava ji Bakurê Kurdistanê derbasê Rojavayê Kurdistanê dibe, bi sê mehan li vê malê dimîne.
Seyît Evran, 17’ê Çileya sala 2022’yan ku diçe vê malê, vê peyamê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dinivîse:
‘’Pênaseya van hestan nabe.
43 sal berê li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çar aliyên Kurdistanê me bigota ku em di nava dilê şoreşê de şoreşê dijîn, wê kesî bawer nekira ji me, wê ji me re bigota ku dîn in.
Ev der, cihê ku 43 sal in şoreş lê dest pê bûye.
Gava Rêber Apo bar kiriye Kobanê, ev mal, malek ji wan malan e ku lê maye. Ji vê derê gav bi gav dest bi avêtina gavên şoreşê hatiye kirin.
Pênaseya van hestan nabe û mirov pê dilşad dibe.’’