Perwerde û Hîndekariya beriya dagirkirina Efrînê - II

Beriya ku Efrîn bê dagirkirin 50 hezar xwendekar lê hebûn. Beşek ji xwendekaran piştî dagirkirinê li Şehbayê ne. Tevî derfetên kêm jî perwerdeya xwe ya bi Kurdî didomînin. Xwendekaran qala dema rejîmê, pêvajoya dagirkeriyê û piştî wê kirin.

Bi destpêka şoreşê re li herêma Efrînê ji sala 2011'an û pê ve perwerdeya bi Kurdî hate dayin. Di nava 7 salan de ji dibistana seretayî heta zanîngehê sîstema perwerdeyê ya bi Kurdî hate rûniştndin. Beriya ku Efrîn bê dagirkirin 50 hezar xwendekarên wê hebûn. Xwendekarên Efrînî yên berî şoreşê li sîstema perwerdeyê ya rejîma Sûriyeyê dixwendin û bi şoreşê re ketin nava sîstema perwerdeyê ya bi Kurdî ji ANF'ê re axivîn.

'MIN JI KURDBÛNA XWE ŞERM DIKIR'

Xwendekarê lîseyê Rêgaz Hemo ku heta pola 6'an li dibistanên Baasê xwend û piştre derbasî nava sîstema perwerdeyê ya Kurdî bû, anî ziman ku di dema rejîmê de sîstemeke tund li dibistanê hebû. Hemo got, "Bi taybetî mamosteyan li zarokan didan, sixêf li wan dikirin û îradeya wan dişikandin. Axaftina bi Kurdî li dibistanê qedexe bû, lê em zarok bûn û li malên me jî ji xwe em bi Kurdî diaxivîn. Me nizanîbûn ku qedexe tê çi wateyê. Ji ber vê yekê di navbera dersan de li derve bi hevalên xwe re bi Kurdî diaxivîm. Giliyê min li gel mamoste kirin. Ji ber vê yekê jî mamoste li min dida, sixêf dikir, biçûk dixist û dikir ku mirov ji Kurdbûna xwe şerm bike."

'DIBISTANÊN KURDÎ RÊ LIB ER COŞEKE MEZIN VEKIR'

Hemo anî ziman ku bi şoreşê re wî dest bi dibistanên Kurdî kir û got, "Di jiyana xwendekarên Kurd de pêvajoyeke nû dest pê kiribû. Destpêkê min hinekî zehmetî kişand. Ji ber ku derbasbûna zimanekî hinekî zehmet bû. Lê ew zehmetî ji holê rabû. Vê pêvajoyê coş û kelecaneke mezin da me. Min êdî nedixwest ji dibistanê vegerim. Mirovan timî dixwest hîn bibe."

YA KU HATE GUHERTIN NE TENÊ KURDÎ BÛ

Hemo anî ziman ku nêzîkatiya mamosteyan a li xwendekaran gelekî cuda bû û got, "Mîna hevalên me, mîna dayikên me nêzî me dibûn. Dema ku pirsgirêkek me hebûya em bi hêsanî bi mamosteyên xwe re diaxivîn. Me dikarîbû nêrîna xwe bi rengekî azad bînin ziman. Ya ku hate guhertin ne tenê hînbûna bi zimanê kurdî bû. Rêbaz, rêbaza fikrê, nêzîkatî, her tişt hate guhertin. Rêbaza hînbûnê hate guhertin."

DEWLETA TIRK ÊRÎŞÎ MODELA ME KIR

Rêgaz Hemo diyar kir, dewleta Tirk xwest vê îrade û hêza wan bişikîne lewma dest bi êrîşên dagirkeriyê kir û got, "Xwestin modela li Efrînê ku ji mirovahiyê re bû mînak ji holê rakin. Ji ber vê yekê bi rengekî barbarî êrîş kirin. Êrîşî dibistanên me kirin, talan kirin."

EM BI BERXWEDANÊ PERWERDEYA XWE DIDOMÎNIN

Hemo destnîşan kir ku li gel şert û mercên giran ên penaberiya li Şehbayê jî ew bi biryardariyeke mezin xwendina xwe, dibistanên xwe didomînin û got, "Bêguman em zehmetiyan dikişînin, pirtûk nînin, cihê ku em lê dixwînin hilweşiya ne. Lê belê îrade û ruhê me dike ku em bêhtir li ber xwe bidin. Bila dinya tev zanibe ku şêniyên Efrînê bi ziman û çanda xwe dilsoz in. Li van dibistanan jî be dewamkirina perwerdeya me nîşan dide ku dewleta Tirk negihaştiye armanca xwe."

'MIN SÎSTEMA WAN QEBÛL NEKIR'

Siyabend Feqî pênc salan li dibistanên rejîma Sûriyeyê xwendiye. Bi şoreşê re tevlî perwerdeya bi Kurdî bû ku bi rengekî veşartî li malan dihate dayin. Tevî ku rejîmê ji ber vê yekê zext li malbatê dikir jî dest ji vê yekê berneda. Niha li Şehbayê yek ji hezaran xwendekarên Efrînî ye ku diçe lîseyê.

Feqî qala perwerdeya li nava sîstemê kir û got, "Timî ji me dixwestin ku em li gorî sîstemê tevbigerin. Lê belê me nekarîbû vê qebûl bikin. Ez wê demê di koma folklorê de bûm. Bi hevalên xwe re em tevlî pîrozbahiyan, dawetan dibûn. Mamosteyê min ev bihîstibû. Bang li min kir û li min xist. Got ku tu yê careke din nelîze. Ev gelekî bi zora min çû."

ME DESTPÊKÊ LI MALAN DEST BI PERWERDEYÊ KIR

Feqî bi bîr xist ku bi şoreşê re li nava Efrînê karên perwerdeya bi Kurdî dest pê kir û got, "Wê demê me li malan bi rengekî veşartî perwerdeya bi Kurdî didît. Em diçûn mala cîranê xwe û me bi veşartî li wir perwerde didît. Ji ber ku zexta rejîmê giran bû. Dema ku pê hesiyan ez perwerdeya Kurdî dibînim, bavê min girtin. Tevî vê yekê jî min dest jê berneda. Min hînbûn û perwerdeya xwe dewam kir."

Feqî ragihand, piştî demekê bi şoreşê re dibistanên Kurdî vebû û got, "Êdî li dibistanên xwe em bi zimanê xwe dîrok, cografya xwe hîn bûn."

HETA ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER

Feqî da xuyakirin ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ew neçar man berê xwe bidin hreêma Şehbayê û got, "Em berxwedana xwe niha li Şehbayê didomînin. Perwerdeya me li vir dwam dike. Ne dewleta Tirk, ne jî rejîm li pêşiya dibistanên me nikarin bibin asteng."

'EM HÎNÎ KURDBÛNA XWE BÛN'

Xwendekara lîseyê Cemîle Mihemmed jî anî ziman ku bi destpêkirina sîstema perwerdeya bi Kurdî ya bi şoreşê re ew hînî Kurdbûna xwe, hebûna Kurdîtiyê bûn û got, "Dema ku me dest bi perwerdeya bi Kurdî kir, zimanên din jî nehatin rakirin. Bi Erebî, Fransî û Îngilîzî jî perwerde dihate dayin. Em ji sîstema lêdan, sixêf û biçûkxistinê derbasî nava sîstemeke gelekî cuda bûn. Di nava vê sîstema nû de ya herî girîng wekhevî ye. Mamosteyên me gelekî baş nêzî me hemûyan dibin. Bi rengekî wekhev nêzî me dibin."

Mihemmed got, "Ji dewleta Tirk a dagirker heye ku Efrîn ji dest çûye. Lê Efrîn ji dest neçûye. Li dijî zordarî û koledariyê em ê bi ser bikevin."

Wê bidome...