Pêngava Xezeba Firatê: Şervanên QSD'ê êrîşa çeteyan şikandin

Şervanên QSD'ê, êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li gundê Hemrat ê Reqayê, şikandin. Di encamê de maşîneyek bombebarkirî û maşîneyek doçka 23.5 li ser bû, hatin rûxandin.

Çeteyên DAIŞ bi çekên giran û maşîneyên bombebarkirî hewl dan êrîşî gundê Hemrat ê Reqayê bikin, ku duh êvarê ji aliyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve hatibû rizgarkirin.

Şervanên QSD'ê zû bi hewldana çeteyan hesiyan û li herêmê şer derket. Şervanên QSD'ê bi çekên giran bersiv dan çeteyan û maşîneyeke bombebarkirî ji dûr ve rûxandin. Di şer de her wiha maşîneyek çeteyan ku doçka 23.5 li ser barkirîbû hate îmhakirin. 

Li derdora gund hîn jî cih bi cih şer dewam dike.