Pêngava rizgarkirina Reqayê: 2 gundên hatin rizgarkirin

Di qonaxa çaremîn a Pêngava Xezeba Firatê de, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk 2 gundên li bakurrojhliatê Reqayê rizgar kirin. Di vî şerî de bi dehan çete hatin kuştin.

Li gundê Hemrat ê bi 5 kîlometreyan li bakurrojhilatê Reqayê ye, duh piştî nîvro di navbera hêzên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar dest pê kir. Vî şerî heta êvarê dewam kir û di encamê de gund ji çeteyan hate paqijkirin.

Di vî şerî de 15 çete hatin kuştin û komeke din a çeteyan, dema hewl didan hawana li cihekî bilind deynin, tevî maşîneya tê de bûn hatin îmhakirin. Termê 5 ji çeteyên hatin kuştin, li herêma di kontrola şervanan de man.

Şervanên QSD'ê, piştî rizgarkirina gundê Hemrat berê xwe dan gundê Medarê. Li vî gundî jî heta derengiya şevê şerekî dijwar qewimî û di encamê de gund ji çeteyan hate paqijkirin.

Bi rizgarkirina gundên rojên dawî re, mesafeya navbera şervanên QSD'ê û navenda bajarê Reqayê daketiye 3 kîlometreyan.

Her ku şervan nêzî Reqayê dibin, çeteyên DAIŞ'ê dikevin nava panîkê û bi çandina mayinan hewl didin pêşî li hatina şervanan bigirin.

Şervanên QSD'ê, di nava 10 rojên dawî de li gundên hatin rizgarkirin 300 mayîn rakirin.

Li gorî agahiyan, ji bilî çandina mayînan, çete her wiha li dora gundan çeperên mezin ên ji axê çêdikin û li binê malan tunelan dikolin.