Pêngava Reqayê: 9 çete hatin kuştin, 100 sivîl hatin rizgarkirin
Di şerê li rojava û rojhilatê Reqayê qewimî de, 9 çete hatin kuşitn, 100 sivîl jî hatin rizgarkirin.
Di şerê li rojava û rojhilatê Reqayê qewimî de, 9 çete hatin kuşitn, 100 sivîl jî hatin rizgarkirin.
Îro ji saetên nîvro û şûn ve şer di navbera şervanan û çeteyan de li taxa Kevin a Reqayê ya aliyê rojhilat ê bajar derket. Di encama şer de 4 çete kuştin, yek hawana 120 mm kete destê şervanan, wesayîteke bombebarkirî hate îmhakirin û balafireke biçûk a keşfê hate xistin.
Di şer de jî 2 şervanên QSD`ê jî şehîd ketin.
Li aliyê rojava yê bajêr, li Taxa El-Diriyê şer derket. Li vir jî 5 çete ku yek ji wan sekvan bû, hatin kuştin. Her wiha cenazeyekî çeteyan tevlî cebilxaneya wî kete destê şervanan.
Her wiha 2 çeteyên ku eslê wan ji Misre li taxa El-Diriyê dîl hatin girtin.
Di heman demê de şervanan li heman taxê gelek mayînên çeteyan bêbandor kirin.
Ji aliyekî din ve jî şervanên QSD`ê îro 100 sivîl li taxa El-Diriyê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Lê çeteyên DAIŞ`ê dîsa sivîl kirin armanca xwe û di encamê de 5 ji wan birîndar bûn. Di oxira parastina sivîlan de 2 şervanên QSD`ê birîndar bûn.
Pêşveçûna şervanan a li bajêr dewam dike.