Pêngava Reqayê: 35 sivîl hatin rizgarkirin

Li gelek taxên bajarê Reqayê şerê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de didome, şervan bi pêş ve diçin û 35 sivîl hatin rizgarkirin.

Li gorî agahiyên ku ji herêma şer a Reqayê hatine girtin, li taxa Emîn, Hena û çerxereya El-Neîm a navenda bajarê Reqayê şerên dijwar di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de rû didin. Li taxa El-Nehda ya aliyê rojava yê bajarê Reqayê şer bi dijwarî  rû dide û şervanên QSD`ê ber bi mizgefta Îmam El-Newewî  bi pêş ve diçin. Li taxa Endelos aliyê bakurê yê Reqayê şer didome.

Di encamên şerê  van taxên navborî de gelek çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûn.

Di heman deme de, tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê 35 sivîl li taxa El-Nehda ya Reqayê rizgar kirin û ew gihandin cihên  bi ewle.