Pêngava Reqayê: 11 çete hatin kuştin, wesayîtek bombebarkirî hate ruxandin

Li derdora Nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê 11 çete hatin kuştin û li taxa Rewda jî wesayîtek bombebarkirî ya çeteyan hate rûxandin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 99`an de bi hemû hêza xwe dewam dike. Li gorî agahiyên ku ji herêma şer hatine girtin, ji şeva din ta vê kêliyê şerên giran li derdora Nexweşxaneya Wetenî ya navenda bajarê Reqayê dewam, dikin. Bi qasî hate zelalkirin li derdora nexweşxaneyê 11 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û şervanên QSD`ê bi pêş ve diçin.

Her wiha li taxa Rewda ya aliyê rojhilat a Reqayê, wesayîtekÎ bombebarkirî hate rûxandin.

Li taxa Rewda û derdora nexweşxaneya Wetenî şerê dinavbera şervanan û çeteyan de didome.