Pêngava Reqa: Di roja 100’an de şerê dijwar diqewimin

Di şerê dijwar ên li taxên rojhilat, bakurê rojhilat û rojavayê bajarê Reqayê qewimî de 19 çete hatin kuştin, wesayîteke çeteyan jî hate rûxandin.

Pêngava ‘Cenga Mezin’ a rizgarkirin Reqa di roja xwe ya 100’an de bi hemû leza xwe dewam dike. îro jî taxên Reqayê şerê dijwar di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de derketibûn dewam dikin. Şer li derdorî Nexweşxaneya El-Wetenî û taxa El-Reîd û taxa El- Emîn dijwar bûne. Li aliyê din şer li taxa El Hana ya navenda bajarê Reqa dewam dike. Di encama şer de şervanên QSD’ê wesayîtek çeteyan li taxa El-Emîn rûxandin.

Li aliyê din şer bi dijwarî li taxa El Rewad a dikeve bakurê rojhilatê bajêr û taxa El-Nehda ya dikeve rojavayê bajêr dewam dike. Li gorî ahaiyên hatine girtin di şer de 19 çete hatine kuştin.

Pêşveçûna şervanan a li van taxan dewam dike.