Pêngava nû ya Bagera Cizîrê: Bajarokê Hecîn e
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina Dêre Zor û gundewarên wê ji bo rizgarkirina bajarokê Hecîn wê dest bi operasyonekê bikin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina Dêre Zor û gundewarên wê ji bo rizgarkirina bajarokê Hecîn wê dest bi operasyonekê bikin.
Tê payîn ku îro bi civîna çapemeniyê ya li bajarê Hesekê QSD stata operasyonê bide. Di daxuyaniyê de wê fermandarên QSD’ê û rûspiyên eşîretan amade bin.
QSD bi mehan in li dijî çeteyên DIAŞ’ê li Dêra Zorê oparasyonan dike. Qadekî berfireh ji DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin. Reva çeteyan heta sînorê Iraqê bajarokê Hcînê biriye.
Di operasyonê de koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê jî cihê xwe digire. Agahiyên ku li herêmê şerê dijwar rû didin tên. Li gorî Mala Çavdêriyê ya Sûriyeyê QSD li herêma Hecîn gelek sektor ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine. Agahiyên ku li herêmê êrşên hewayî û topbarana dijwar heye tên.
Piştî ku sala 2014’an û şûnde çeteyên DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê qadeke berfireh bi êrîşên hovane dagirkir û şûnde, bi taybet bi berxwedana Kobanê re şikest. Îro li qadên çolistan ên navenda Sûriye û rojhilatê wê ve çûne, li gorî Mala Çavdêriyê qadên li Sûriye û Iraq ku di bin kontrola çeteyan de ji sedî 3 ye.
Berdevkê Koalîsyona navneteweyî Sean Ryan, ragihand ku qada di destê çeteyên DAIŞ’ê de li nêzî Firatê qadekî bi qasî 1000 kêlometreye.
Ryan ê got: “Têkoşînê wê bi zehmetî birêve biçe” çeteyan herêm bi mayînan tije kiriye, ji ber wê dibe li gorî pêşbîniyan şer hê bi girantir birêve biçe. Ryan destnîşan kir ku her çendî fermandarên DAIŞ’ê gelek revîbin jî, hê jî gelek fermandarên çeteyan mane.