Pêngava Xezeba Firatê: Gundê Yamama hate rizgarkirin
Şervanên QSD′ê Gundê Yamama yê dikeve bakurê rojavayê bendava Azadî (Baes), ji çeteyan rizgar kirin.
Şervanên QSD′ê Gundê Yamama yê dikeve bakurê rojavayê bendava Azadî (Baes), ji çeteyan rizgar kirin.
Pêngava Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê bi hemû leza xwe didome. Di çarçoveya operasyona rizgarkirinê de şervanên QSD′ê yên li baskê rojava yê Pêngava Xezeba Firatê, di saetên nîvro de berê xwe dan gundê Yamama yê 5 km dikeve bakurê rojavayê bendava Azadî (Baes). Di encama şer de, gund di saetên ber êvarê de bi temamî hate rizgarkirin.
Şervanan li gund dest bi xebatên lêgerîn û paqijkirina bermahiyên çeteyan kirin. Bi rizgarkirina gundê Yamama re şervan gav bi gav bendava Azadî dixin dorpêçê.