Pêngava Bagera Cizîrê ji nû ve dest pê kir

Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê ku girêdayî QSD'ê ye, qonaxa temamkirina Pêngava Bagera Cizîrê ragihand. Fermandariyê diyar kir ku ew ê bi vê pêngavê deverên di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de mane bi temamî rizgar bikin.

Pêngava Bagera Cizîrê ya li rojhilatê Dêra Zorê ku ji ber êrîşa dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê sekinîbû, îro ji nû ve dest pê kir.

Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ku di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ye, têkildarî Pêngava Bagera Cizîrê daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyanî ji aliyê Berdevka Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Leylewa Ebdella û ji Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Ehmed Ebû Xwele ve hate dayin.

Daxuyanî wiha ye:

"Em weke Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê ku beşek ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ne biryardariya xwe ya temamkirina Pêngava Bagera Cizîrê radigihînin. Li ser navê gelên Sûriyeyê û mirovahiyê em ê şerê terora DAÎŞ'ê bikin. 

Wek tê zanîn çeteyên DAÎŞ'ê bi têkbirina aramiya li herêmê, li hin deverên nêzî sînorê Iraqê bicih bûye. Bi vê yekê re DAÎŞ hewl dide hebûna xwe a li herêma me berfireh bike.

Demên dawî ji van deveran çeteyên DAÎŞ'ê careke din dest bi êrîşan kirin.

Li dijî vê hewldana dagirkeriyê, em weke Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê radighînin ku em ê van deverên mayî ji hebûn DAIŞ'ê paqij bikin.  Bi vê armancê amadekariya hêzên me di asta herî jor de ye. 

Em ji gelê xwe re dibêjin ku qonaxa temamkirina Pêngava Bagera Cizîrê bi tevlîbûna hêzên Koalîsyona Navdewletî destpêkiriye.

Şervanên me wê di vê qonaxê de hemû deverên li rojhilatê Dêra Zorê rizgar bikin û sînorê Iraq û Sûriyeyê ji xeteriya terora DAIŞ'ê xelas bikin.

Di vê qonaxa dawî de, artêşa Iraqê jî wê destekê bide hêzên me.

Armanca me ew e ku bi paqijkirina herêmê ji çeteyên DAÎŞ'ê, Sûriyeke Demokratîk ava bikin. 

Hemû pêkhateyên me ji Ereb, Kurd, Suryan û Tirkmen wê ji bo parastina yekîtî û serweriya welat bi hev re tevbigerin."

Pêngava Bagera Cizîrê ji bo paqijkirina bejahiya Dêra Zorê ji DAÎŞ'ê roja 9'ê Îlona 2017'an dest pê kiribû. Lê belê piştî ku dewleta Tirk 20'ê Çileya 2018'an ji bo dagirkirina Efrînê dest bi êrîşê kir, şervanên QSD'ê biryar dabûn ku operasyonê bisekinînin.