Pêngava 'Bagera Cizîrê' di roja 5'an de ye

Şervanên QSD'ê, di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ji baskê Ebû Fasê bi 60 kîlometreyan, ji baskê Ebû Xeşebê jî bi 40 kîlometreyan bi pêş ve çûn.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ji baskê Ebû Fasê bi 60 kîlometreyan bi pêş ve çûn û Çerxerêya Mehlec a li bakurê rojhilat ê Dêra Zorê rizgar kirin.

Şervanan piştre berê xwe dan kargeha pembo û li vê derê şerekî dijwar dest pê kir. Wekî din, şervanên QSD'ê yên li heman baskî, danê vê sibehê 40 sivîl rizgar kirin û gihandin herêmên ewle.

Li baskê Ebû Xeşeb jî, şervanên QSD'ê bi 40 kîlometreyan bi pêş ve çûn. Şervanên li vî baskî, pira Ebû Xeşeb, Tûgaya 113'an Tabûra El Nîran, Girê El Cehîf û nuqteyên Cehîf Raîf ên li bakurê Dêra Zorê rizgar kirin.