Pêngava Bagera Cizîrê: Şervanan 3 balafiren keşfê xistin

Çeteyên DAÎŞ’ê li gundê El Behrayê darbeyên giran xwarin. Şervanan li vê derê 3 balefirên keşfê yên çeteyan xistin.

Di pêngava Bagera Cizîrê de ya ku 120 roj in berdewam dike, çeteyên DAÎŞ’ê ji bo ku temenê xwe dirêj bikin,  êrîşî çeperên QSD dikin.

Çeteyên DAÎŞ’ê îro siharê êrîş birin ser çeperên şervanên QSD’ê yên li gundê El Behra. Ev gund 44 km li başûrê rojhilate Meyadînê û 3 km jî li bakurê Hecînê ye . Di navbera şervanan û çeteyên DAÎŞ’ê de şer û pevçûnên giran çêbû.

Çeteyan di vê êrîşê de balafirên keşfê û çekên giran jî bi kar anîn. Şervanan nîvro  3 balafirên keşfe  jî bi keleşan anîn xwar û 3 hawanên wan îmha kirin.

Êrîşên çeteyên ber bi êvarî ve hat şikenandin. Di encama pevçûnê de 27 çete hatin kuştin, 3 balefirên keşfe, Espîçîno (sp9), hawanek û guleyên vê, 5 keleş ket destê şervanan.

Êrîşên li vê derê bi temamî hatin şikandin.