Pêngava Bagera Cizîrê: 200 sivîl hatin rizgarkirin
Tîmên taybet ên rizgarkirna sivîlan ên QSD’ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de li Medînit Siniyê 200 sivîl rizgar kirin.
Tîmên taybet ên rizgarkirna sivîlan ên QSD’ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de li Medînit Siniyê 200 sivîl rizgar kirin.
Pêngava Bagera Cizîrê di roja xwe ya 5`emîn de bi hemû hêza xwe dewam dike. Di çarçoveya pêşketinên şervanên QSD`ê yên li bejahiya Dêra Zorê de, tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê 200 sivîl ji Medînit Siniyê ya ku dikeve bakurê bajarê Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Piştî ku tîmên taybet sivîl rizgar kirin, ew derbasî herêmên bi ewle kirin.
Şervanên QSD`ê di 10 `ê Îlonê de derbasî Medînit Siniyê bûbûn.