Pêngava Bagera Cizîrê: 2 gundên din jî hatin rizgarkirin

Şervanên QSD’ê gundên El Cadîla û Elyz ên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de bûn rizgar kirin. Di şer de 11 çete hatin kuştin.

Şervanên QSD’ê yê ku di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê de pêşve diçin, gundên El Cadîla û Elyaz ên 23 km dikeve başûrê rojhilatê Meyadinê ji çeteyan rizgar kir. Di şerê qewimî de 11 çete hatin kuştin.

Şervanên QSD’ê yên ku di saetên sibê de ber bi gundên El Cadîla û Elyz ên dibin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de ku 23 km dikeve başûrê rojhilatê Meyadinê ve pêşve çûn, di navbera wan û çeteyên DAIŞ’ê de şer qewimî.

Di encama şer de 11 çete hatin kuştin û her du gund hatin rizgarkirin. Her wiha şervanan dest danî ser topeke ya obusê jî.