Pênc mehên di bin êşkenceya Tirkan de

"Li Efrînê her cure êşkence li mirovan tê kirin. Mal tên talankirin, gor tên hilweşandin, berhemên dîrokî tên dizîn û revandin. Bejahiyê, çiyê û darên zeytûnan dişewitînin. Li Efrînê dest davêjin jinan. Zilaman direvînin û fîdye dixwazin."

Artêş û çeteyên dewleta Tirk bi dagirkirina Efrînê re, her cure sûcê şer dikin û hê jî vê didomînin. Li gund û navenda Efrînê çete, her derê hildiweşînin û dişewitînin, berhemên dîrokî talan dikin, didizin, direvînin û demografiya herêmê diguherînin. Dewleta Tirk a dagirker, dema Efrîn dagir kir welatiyê bi navê M.Ş û kurê wî C.Ş nekarîn ji gundê xwe derkevin. Bi mehan êşkenceya Tirkan û çeteyên wan dîtin, bi zorê ji gund derketin û xwe xilas kirin.

 

Ji ber êşkencaya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê M.Ş. bi mehan felç ma û çavekî wî kor bû. M.Ş. hovîtiya dewleta Tirk a dagirker wiha vedibêje: "Dema ketin nava Efrînê xwestin ku her kes li mizgeftê kom bibin. Em li cihekî kom kirin. Dema kom dikirin li me dan, dema li seyareyan siwar kir li me dan û dema peya kir li me dan. Em birin xistin girtîgehê. Li vê derê jî ligel heqaretê êşkence li me kirin. Piştî du rojan berdan. Lê piştî çend rojên din dîsa hatin girtin û birin. Dîsa li me heqaret û êşkence kirin. Çavê min ji ber êşkenca li min kirin kor bû. Piştî çend rojan berdan. Dema cara sêyemîn hatin, dîsa birin heman cihî û ji min re gotin biryara ku wê serê min jê bikin hatiye dayîn. Ji kurê min pirsîn ka wesiyeta min çi ye. Min ji kurê xwe re got 'Tu car ji riya rast, riya mirovahiyê xwe şaş neke'. Dema min wiha got di ser min de hatin û gotin tu ji kurê xwe re dibêjî di riya PKK'ê de here û kêr dan stûyê min."

HER TIŞT TUNE KIRIN

M.Ş got, ji roja ketin Efrînê û pê ve dest bi tunekirin û hilweşadina her tiştî kirin û wiha pêde çû: "Darên Zeytûnê birîn. Deverên dîrokî talan kirin. Şehîtgeh bombe kirin, çiya dan ber agir. Mizgeft û perestgehên Êzîdiyan şewitandin. Dixwazin mirov, xweza û her tiştê Efrînê tune bikin. Demografiya Efrînê guhertin. Navê tax, gund, dibistan, rê û kolanan guhertin û kirin Tirkî. Wêneyên Tayîp Erdogan li kolanên Efrînê ve daliqandin. Ji deverên Xûta, Dêra Zorê û cihên din çete anîn û bi zorê li Efrînê bi cih kirin. Her tişt di destê dewleta Tirk de ye."

LI BAV Û KUR BI HEV RE ÊŞKENCE KIRIN

Ji ber êşkencaya dewleta Tirk C.Ş ê ku ji sedî 70 nabîne wiha qala hovîtiya çeteyên Tirkan dike: "Dema ketin gundê me gel li mizgeftê kom kirin. Wê şevê tevahiya gel li mizgeftê razandin. Roja din hatin gotin kesên nimêj nekin bila derkevin derve. Bavê min beriya min derket. Çawa bavê min derket lêdan. Dema ez derketîm li min jî dan. Paşê em birin gundê Qimitlik ê Şiyê. Li wê derê her cureyê êşkenceya ku bê bîra mirov li me kirin. Ez nikarim hinek tiştên li me kir vebêjim. Li min û bavê min gelek êşkenceyên rûmetşkandinê kirin. Li min û bavê min li pêşberê hev êşkence dikirin. Gotin divê bavê wî nejî û em bikujin lewma wesiyeta xwe bike. Piştî bavê min ji min re got ji riya mirovahiyê xwe şaş neke gelek hêrs bûn. Bavê min dan û rakişandin hinek birin wî alî gotin em ê serê te jê bikin. Di navbera Wan de nîqaş dest pê kir. Yekî digot em serê wî jê bikin, yekî digot na. Bi vî awayî bi psîkoloyiya mirovan dilîstin. Piştî em berdan, em hatin maleke wêrankirî.

ME DIXWEST ÊDÎ BIMIRIN

Piştî çend rojan dîsa hatin û dîsa birin heman navendê. Em 5 kes bûn û gelek êşkence li me kirin. Em li seyareyekê siwar kirin û birin ciheke din û heman êşkence li vir jî dewam kirin. Nan û av nedidan, em nedibirin destavê jî. Hem Tirkan hem jî wergerê Kurd êşkence li me dikir. Êşkeceya li me dikirin ewqas giran bû ku me dixwest zûtir bimirin û jê xilas bibin. Me ji wan re digot me bikujin. 

ÇAVÊ MIN KOR BÛ, EZ FELÇ BÛM

Piştî çend rojên din berdan. Dema hatim malê û min rewşa bavê xwe dît, ji wê êşkenceyê girantir hat ji min re. Bavê min li erdê dirêjkirî bû. Ji xwe çavê wî kor bibû û ji ber êşkenceyê aliyekê wî felç bibû. Ew sê roj bûn ti tişt ne xwaribû ne jî vexwaribû. Ez û bavê xwe hefeteyekê di wê rewşê de man. Me hefteyekê tu tişt nexwar. Tu tişt nedan me. Ji xwe nanê me tune bû. Ji ber tirsa çeteyan tu kes nediwêrî nêzî me bibûya. Kî alîkarî bida me ceza dikirin.

ME PERE DAN Û EW DER TERIKAND

Piştî çend rojên din hatin û di destê wan de wêneyeke min ê ku min tê de nîşaneya serketinê kirî hebû. Gotin em hatine te bibin ewlehiyê lê heke tu pere bidî em dikarin te berdin. Di nava 3 rojan de du hezar dolar xwestin. Me pere da û em ji Efrînê derketin. Çimkî wê her roj bihatana û her roj êşkence bikirin. Her roj pere dixwestin. 

Li Efrîn her cure êşkence li mirovan tê kirin. Mal tên şewitandin û talankirin. Gor tên hilweşandin. Berhemên dîrokî tên dizîn û revandin. Bejahiyê, çiyê û darên zeytûnan dişewitînin. Li Efrînê dest davêjin jinan û tecawûzê wan dikin. Zilaman direvînin û fîdye dixwazin. Dewleta Tirk a dagirker niha jî ji xwe re baregehên nû çêdike û ji bo vê jî bi hezaran darên zeytûnan dibirin. Her derî dişewitînin. Li Efrînê hovîtiyeke mezin tê jiyîn.”