Pêkhateyên Kurd û Ereb: Em ê dagirkeriya dewleta Tirk têk bibin

Pêkhateyên Kurd û Ereb ên herêma Kobanê wiha gotin: “Armanca dewleta Tirk a herî mezin tunekirina Kurdan û gelên herêmê ye, lê bi saya zarokên me QSD wê dewleta Tirk têk bibe.”

Dewleta Tirk a dagirker derexlaqiyê li her Kurdekî dike. Her roj hem êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, hem jî êrîşê dibe ser Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Dewleta Tirk a dagirker bi her awayî êrîşê siyasetmedar, jin ên têkoşer û sivîlan dike û dixwaze vîn û îradeya gelê Kurd, Ereb û pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bişikîne. Di 17’ê Hezîranê şehîd Ferhad Dêrik (Ferhad Şiblî ) ku ji bo tedawiyê çûbû Silêmaniyeyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şehîd hate xistin. 23’ê Hezîrana 2020’an jî sê jin ên têkoşer Hebûn, Zehra û Yadê Emîne yê ku ji bo azadiya jinan têdikoşiyan jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin şehîdxistin.

Şêniyê Kurd yê bi navê Sebrî Mehmûd ê ji Kobanê wiha qala hovîtiya dewleta Tirk kir û got: "Dewleta Tirk, vê carê yekser êrîşî siyasetmedaran dike û di vê êrîşkariyê de jî sînoran nas nake. Her derê ji xwe re dike hedef. Di zagonên navneteweyî de sivîl nabin hedef, lê dewleta Tirk a dagirker tu zagonên şer û mirovahiyê nas nake, em însanên wisa şermezar dikin."

Sebrî Mehmûd bal bir ser dewletên navneteweyî û wiha got: "Para dewletên navneteweyî jî di van êrîşan de heye. Divê dengê xwe ji van kirinên neexlaqî re bikin û sivîlan biparêzin. Divê dewletên navneteweyî, yên parastina xwe û mafê xwe dikin biparêzin û li ber hovîtiya dewleta Tirk rabin. Gelê Kurd doza mafê xwe dike."

'MEZINTIRÎN HEDEFA DEWLETA TIRK A DAGIRKER QEDANDINA GELÊ KURD Û PÊKHATEYÊN HERÊMÊ YE'

Sebrî Mehmûd di dawiyê de got: "Hedefa dewleta Tirk şerê li dijî tevahiya Kurdan û gelên azadîxwaz e. Kurdek an azadîxwazek li ku dera cîhanê hebe dixwaze tune bike. Rêbertî dibêje em hovîtî û qirkirina mirovan naxwazin. Lê eger hûn me nexwazin wê hebûn û nebûna we jî bi destên me be."

Ji pêkhateyên Kobanê Seqir Cizîrî jî li ser êrîşa li dijî siyasetmedar û jin ên têkoşer wiha axivî: "Em Ereb; em ê heta dawiyê li ser xeta şehîdên xwe bin û pê serbilind in ku keçên me ji bo parastina axa xwe têdikoşin."

Seqir Cizîrî got, "Em dewleta Tirk şermezar dikin. Dewleta Tirk bi rojan e topan berê axa me dide, dixwaze axa me aya bixe destên xwe. Em ji bo azadiya hemû pêkhateyan têdikoşin, wê dewleta Tirk têk biçe. Dewleta Tirk vê carê êrîşê siyasetmedar û jin ên têkoşer dike. Lê em Ereb van êrîşan şermezar dikin û em ê heta dawiyê têbikoşin."