‘Pêdivî bi peymannameyeke civakî ya nû hebû’

Hevseroka MSD’ê Emîne Omar diyar kir ku piştî ku Reqa, Dêrazor û Tebqa hatin rizgarkirin peymannameya civakî kêm maye û pêdivî bi yeka nû heye.

Hevseroka MSD’ê Emîne Omar diyar kir piştî ku peymannameya nû ya civakî hate qebûlirin wê bi pergala hilbijartinê re rêveberî were avakirin.

Rêveberiya Xweser di 15’ê Tîrmeha 2021’an de komîteyek biçûk a ji 30 kesan pêk tê ava kir. Armanca komîteyê ev bû pêşnûmaya peymannameya civakî ava bike. Komîteyê piştî du mehan pêşnûma amade kir.

Ji aliyê Komîteya Avakirina Peymannameya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 17’ê Sibatê de li Hesekê çar civînên mezin hate kirin û 11 rojan pêşnûma hate nîqaşkirin.

156 endamên komîteyê, rêveberên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî,  tevgerên ciwanan, hiqûqnas û endamên saziyên sivîl tevlî civînê bûn.

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emîne Omer ji ANF’ê re qala vê pêşnûmayê kir. Omar got “piştî ku Reqa, Dêrazor û Tebqa hatin rizgarkirin peymannameya civakî kêm maye û pêdivî bi yeka nû hebû. Ev pêdiviyeke mezin bû. Di vê peymannameya nû de pêkhate û qadên nû hebûn. Ji aliyê din ve jî ji 10 salan zêdetir e li Sûriyeyê derbarê krîzê çareseriyeke baş tune û astengî zêde ne.Ji bo ku gelên vir baş werin temsîlkirin ev tişt wekî pêşnûmaya makeqanûnê dikare were nirxandin. Wê wekî herêm pêvajoya avakirina makeqanûnê ya giştî û demokratîkbûna Sûriyeyê temsîl bike, em dikarin vî tiştî wekî teksta amadekariyê jî binirxînin.”

AWAYÊ DAWÎN Ê PÊŞNÛMAYÊ

Omar diyar kir di tekstê de 93xale hen û wê piştre komîte li ser van tiştan bixebite. Ev komîte wê piştre li 7 herêman bi tevlêbûna hemû beşên civakê civînan li dar bixîne û tekstê nîqaş bikin. Piştre wê ev nîqaş werin ba komîteya ku 158 tê de hene. Wê fikr û pêşniyaz dîsa werin nîqaşkirin. Piştre wê ji Meclîsa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re were şandin. Piştî ku li vir jî hate nîqaşkirin wê fermî bibe û wê pêvajoya nû were destpêkirin. Li gorî peymannameya civakî ya nû wê pêvajoya hilbijartinê û pergala rêveberiyê pêk were. Armanc ev e lê piştî ku ev hate qebûlkirin û beriya hilbijartinê wê qanûnên derbarê hilbijartinê di warê teknîkî de di vê çarçoveyê de were sererastkirin.