PDK nahêle birîndar di deriyê sînor re derbas bibin
Rêveberiya Deriyê Sînorê Sêmalkayê, diyar kir ku PDK nahêle birîndar di deriyê sînor re derbas bibin û bang li PDK’ê kir ku dev ji van zextan berde.
Rêveberiya Deriyê Sînorê Sêmalkayê, diyar kir ku PDK nahêle birîndar di deriyê sînor re derbas bibin û bang li PDK’ê kir ku dev ji van zextan berde.
Rêveberiya Deriyê Sînor ê Sêmalkayê ya girêdayê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxuyaniyekê bertek nîşan da ku rêveberiya sînor a girêdayê PDK’ê derî yek alî girtiye.
Rêveberiya Deriya Sînor ê Sêmalkayê da xuyakirin ku PDK’ê bi hincetên nerast, hewil dide ku derî wek navgîneke zextê bi kar bîne û got: “Divê gelê me bizane ku PDK, derî li dijî me bi kar tîne da ku vîna me bişikîne û desthilata xwe li ser me ferz bike.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku PDK nahêle birîndar jî derbas bibin û ev tişt hatin ragihandin:
“Ji ber ku nehişt di derî re derbas bibin, hin birîndar şehîd bûn. Di heman demê de bi boneya ku li dijî ENKS’ê ne, nayê hiştin ku gelek welatî derbasê Başûr bibin. Têkildarê welatiyên dixwazin biçin Başûr, lêpirsîna îstixbaratê tê kirin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku tevî feraseta PDK’ê Rêveberiya Xweser tu car derî negirtiye û hat gotin: “Ji bo gelê li herêmê zerarê nebîne, wan tu tevdîr negirtine. Her tim bang hatiye kirin ku mijarên mirovî dûrê mijarên siyasî bên girtin.”
Rêveberiya Sînor a Sêmalkayê, anî ziman ku îdiaya “Derî, ji bo derbaskirina teqemeniyan bi kar tînin” tu rastiya xwe nîn e û red kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em, derî ji bo rewşên mirovî bi kar tînin. PDK, bi sûcbarkirinên wiha, dixwaze binpêkariyên li dijî gelê me yê Rojava veşêre.”
Rêveberiya sînor bi lêv kir ku derî ji aliyê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve vekirî ye, PDK ku ji girtina Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê berpirs e, derî li erkdarên ENKS’yî vekiriye lê nehiştiye birîndar û nexweş derbas bibin.
Rêveberiya Deriyê Sînor ê Sêmalkayê, bang li Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê kir ku dev ji zextên xwe yên perpêyî welatiyan berde.