‘PDK di çala bêbextiyê de ye‘

Dayikên di çalakiya nobeta li Sêmalka de ne êrîşa çekdarên PDK’ê ya li dijî ciwanan bi daxuyaniyekê şermezar kirin û gotin: “PDK di çala bêbextiyê de ye.“

Dayikên di çalakiya nobeta li Sêmalka de ne êrîşa çekdarên PDK’ê ya li dijî ciwanan bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Li ser navê dayikan Raxîde Xelîl daxuyanî xwend û êrîşên çekdarên PDK’ê yên li dijî ciwanên şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwanan ku bi wê re 15 ciwanan birîndar bûn û rewşa du ciwanan giran e û rakirina nexweşxaneya Dêrikê, şermezar kir.

‘PDK BI KIRYARÊN XWE XIZMETA TIRKIYÊ DIKE‘

Xelîl da zanîn ku kiryarên PDK’ê ne di xizmeta gelê Kurd ye û got: “PDK bi van kiryaran tenê xizmetê ji dewleta dagirker a Tirk re dike. Êrîşa îro li dijî ciwanan hatiye kirin, berdewamiya bêbextiyê ye. Divê tu hêz li hember Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwana nerawestin. Ji ber vê divê PDK dest ji kiryarên xwe yên dikevin xizmeta dijmin berde. Her wiha ciwanên şoreşger û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dev ji piştevaniya gerîla bernadin."

Xelîl bi van gotinan dawî kir: “Êrîşa li dijî ciwanên şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan û dayikên çalakvan şerm e. Hêzên PDK’ê di êrîşên xwe de ava şid, gaza bi îsot, gule û kevir bi kar anîn. Di encama êrîşa çekdarên PDK’ê de 15 ciwana birîndar bûn û rewşa du ciwanan giran e."