Partiyên siyasî yên Sûriye li dijî êrîşan daxuyaniyek hevpar dan

17 partiyên siyasî yên Bakurê Sûriye û Rojava, li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk daxuyaniyek hevşar dan.

17 partiyên siyasî yên Bakurê Sûriye û Rojava, têkildarî êrîşên dewleta Tirk a li dijî Bakurê Sûriye li Qamişlo daxuyaniyek hevpar dan. Partiyan a li dijî êrîşan biryara lezgîn a li hev civînê girtin, piştî civînê daxuyaniyek hevpar dan.

Daxuyanî ji aliyê rêveberê Partiya Muhafiz a Hîzbûl Adnan Izo ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de li dijî êrîşan bang li hêzên gerdûnî hate kirin ku helwestekî zelal nîşan bidin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate got:

"Di vê demê de ku xebatên navdewletî çareseriyek ji aloziya Sûriyeyê re dîtin, êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn. Gefên li ser herêmê bi serkeftinên Pêngava Bagera Cizîrê re bi serkêşiya QSD`ê li dijî komên terorîst li baregehên wan ên dawî li Dêra Zorê zêde bûn. Tirkiye bi vê yekê dixwaze çareseriya siyasî li Sûriyeyê asteng bike û alîkariya komên terorîst bike.

Em wek partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hemû gelê xwe dikin ku bibin yek, li dijî êrîş û gefên li ser herêmê bisekinin û parastina destkeftiyan bikin.

Her wiha em bang li civaka navdewletî dikin ku li dijî kiryarên Tirkiyeyê û siyaseta wê ku dixwaze aramiya herêmê tevlîhev bike, diyar dikin ku parastina aramî û ewlehiya herêmê bikin da ku çareseriyeke siyasî ji Sûriyeyê re peyda bikin. Bi van êrîşan dewleta Tirk a dagirker hemû zagon û pîvanên navdewletî binpê dike û divê hikûmeta Sûriyeyê berpirsyariya xwe diyar bike."

Navên partiyên ku daxuyaniya hevpar dane wiha ne:

Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê
Desteya Niştimanî ya Erebî
Partiya Muhafizkarên Demokratîk
Partiya Kesk a Kurdistanê
Partiya Çepgir a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê
Partiya Aştiya Demokratîk
Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê
Yekitiya Zehmetkêşan a Kurdistanê
Partiya Yekitiya Suryan
Tevgera Reformê ya Sûriyeyê
Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê
Tevgera Nûjen a Kurdistanê
Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê
Partiya Demokratîk a Kurdistanê (El-Partî)
Partiya Yekitiya Demokartîk a Kurd li Sûriyeyê