Partiyên siyasî banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li Sûriyeyê kir

7 partî û hêzên siyasî bi daxuyaniyekê, sersaxî ji malbatên qurbaniyên Qetlîama Cindirêsê re xwestin û xwestin der barê qetlîamê de lêpirsîn were vekirin û dagirkeriya Tirk a li Sûriyeyê were bidawîkirin.

7 partî û hêzên siyasî bi daxuyaniyekê Qetlîama Cindirêsê şermezar kir û ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwestin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku qetlîama li Cindirêsê delîlekî din ê binpêkirinên li herêmên dagirkirî ye ku komên çete yên dewleta Tirk bi hincetên ne rast pêk tînin.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên qurbaniyên qetlîamê re hate xwestin û bang li pêkhateyên gelê Sûriyeyê hate kirin ku xwepêşandanên piştgiriya bi şêniyên li herêmên dagirkirî li dar bixin.

Partiyan di daxuyaniyê de ev bang jî kirin:

  1. Em bang li Komkara Ereban dikin ku erkên xwe bi cih bînin, qetlîamê bixe rojeva civîna xwe ya bê,  her wiha nehêle rêxistin û saziyên ku desteka xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin,  demografiya herêmên Sûriyeyê, bi taybet herêman Kurdan biguherin.
  2. Divê Konseya Ewlekariyê der barê qetlîamê de lêpirsîneke bi lez û pak veke, kujeran û kesên destê wan di qetlîamê de hene sewqî edaletê bikin.
  3. Divê Neteweyên Yekbûyî berpirsyariyên xwe bi cih bînin û dewleta Tirk neçar bikin bila dagirkeriya xwe ya li herêmên Sûriyeyê bi dawî bike.
  4. Ji bo vegera ewle ya gelê Efrînê li gund û bajarê xwe divê xebat were kirin, planên bi armanca guhertina demgorafiya Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û tevahî herêmên dagirkirî têk bibin.

Partiyan bang li gelê Sûriyeyê û hemû hêzên welatparêz hate kirin û Cejna Newrozê wekî cejneke nîştimanî û sûrî bibînin.

Partiyên ku daxuyanî dane ev in:

- Partiya Destpêkê Sûriyeyê (Sûriye Ewlen)

- Tevgera Guhertina Demokratîk (Heyet El Tensîq)

- Şepêla Guhertin a Aştiyê

- Tevgera Çaksazî-Sûriye

- Eniya Nîştimanî ya Sûriyeyê

- Partiya Nîştimanî ya Civakî

- Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD).