Partiyên li Bakurê Sûriyeyê: Em ê rê nedin dagirkeriyê!

Partiyên li Bakurê Sûriyeyê nerazîbûn nîşanî gefên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên li dijî Bakurê Sûriyeyê dan. Partiyan banga piştgiriyê li gel kirin û gotin, "Em ê xaka xwe neterikînin."

Partiyên li Bakurê Sûriyeyê nerazîbûn nîşanî gefên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên li dijî Bakurê Sûriyeyê dan. Partiyan banga piştgiriyê li gel kirin û gotin, "Em ê xaka xwe neterikînin."

PARTIYA KEDÊ: GELÊ ME WÊ PIŞTGIRIYÊ BIDE ŞERVANAN

Partiya Kedê ya Kurdistanê got, "Erdogan ê terorîst careke din bi bahaneyên ne rast gefan dixwe ku wê êrîşa leşkerî bi ser herêmên li rojhilatê Firatê ve bibe" û wiha dewam kir:

"Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkeve. Em pê bawer in ku gelê me wê heta dawiyê destekê bide şervanên YPG/YPJ'ê."

PARTIYA KESKAN: DI DEMA KU DAÎŞ DIHATE TINEKIRIN DE...

Partiya Keskan a Kurdistanê têkoşîna QSD'ê ya li dijî rêxistina terorê ya DAÎŞ'ê bi bîr xist û diyar kir, di demekê de ku DAÎŞ tê tinekirin dewleta Tirk amadekariyê dike ku ji bo dagirkirinê êrîşê bibe ser herêma Bakurê Sûriyeyê.

'EM Ê DEST JI XAKA XWE BERNEDIN'

Di daxuyaniyê de bang li gel hate kirin ku destekê bide hêzên demokratîk û hate gotin, "Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin a li dijî DAÎŞ'ê şer dike, ku li dijî gefên Tirkiyeyê helwesteke zelal nîşan bide, herêmên Bakur û Rojhilatê Firatê ji firîna balafiran qedexe bike û gelê berxwedêr ê li dijî terorê şer dike, ewle bike."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em ê dest ji vê xaka berxwedan bernedin ku bi xwîna şehîdên me hatiye avdan."

EL-PARTÎ: DIXWAZE KRÎZÊ DERXÎNE DERVE

Partiya Demokratîk a Kurdistanî-Sûriyeyî (El-Partî daxuyaniyek da û got, "PKK'ê gelek caran ji bo demokrasî û aştiyê bang kir. Rejîma Erdogan a faşîst bi bahaneya şerê li dijî PKK'ê, plana êrîşê dike û bi aştî û biratiyê bawer nake."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, rewşa Tirkiyeyê roj bi roj nebaş dibe, lîreyê Tirk bê qîmet dibe, sermaye derdikeve derveyî welat û ev rewş dibe sedem ku aboriya Tirkiyeyê hîn nebaş bibe."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, Erdogan û AKP dixwazin krîzê derxîne derveyî sînorê xwe û bang li partî û hêzên Kurdistanî kir ku bibin yek û li ber vî şerê qirêj rabin."

HEYET EL TENSÎQ: EŞKERE YE KU ERDOGAN PIŞTEVANÊ DAÎŞ'Ê YE

Heyet El Tensîq El Weteniye (Tevgera Veguherîna Demokratîk) jî got, "Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan rojên dawî bi bahaneya 'têkoşîna li dijî terorê' gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe. Her kes pê zane ku Ew û rejîma wî ew hêz in ku herî zêde piştgiriyê didin terorîstan."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê Heyet El Tensîq em van gefên Serokkomarê Tirk Erdogan bi tundî şermezar dikin. Her kesên bi bûyerên li Sûriyeyê diêşin divê zanibin ku dewleta Tirk li ser axa Sûriyeyê li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Divê helwesta pêwîst li dijî van gefan bê nîşandan. Girîng e hikumeta Sûriyeyê bikeve nava liv û tevgerê û pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûriyeyê bigire. Çareseriya herî baş a di vê rewşê de, diyaloga bi hêzên civakî û siyasî ye, li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk peydakirina çareseriya siyasî ye."