Operasyona rizgarkirina Reqayê: 2 gundên din hatin rizgarkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), gundên Çiya û Bîr Hemad ên Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), gundên Çiya û Bîr Hemad ên Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de gav bi gav nêzî Reqayê dibin.
Gundê Bîr Hemad ê bi kîlometreyekê dûrî Bendava Azadiyê ye, di encama şerekî dijwar de ji çeteyên DAIŞ'ê hate paqijkirin.
Li eniya rojhilat jî, şerê li bajarokê Hemrat Nasir hê dewam dike.
Çeteyên DAIŞ'ê hewl dan bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî gundê Sehlebiye bikin. Şervanên QSD'ê zû bi vê êrîşê hesiyan û berî wesayît bigihêje armanca xwe, ji dûr ve teqandin. Çeteyên DAIŞ'ê di heman demê de bi wesayîteke bombebarkirî hewl dan êrîşî gundê Çiya bikin. Li vî gundî jî wesayîta bombebarkirî berî bigihêje armanca xwe ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate rûxandin.
Li gundên Sehlebiye yên rojhilat û rojava, Bîr Hemad û Çiya yên hatin rizgarkirin, şervanên QSD'ê dest bi lêgerîn û paqijkirina ji mayinan kirin. Li gundê Bîr Hemadê 8 kalaşnîkov û 8 cesedên çeteyan, 2 doçkayên 12.5 mm'yî, roketavêja RPG (B7), 3 motorsîklet, debanceyek, 2 hawanên 120 mm'yî, gelek topên hawanê, çekek law a artêşa Tirk, 2 êlek, 2 êlekên bombeyî hatin dîtin.
Li gundê Çiya jî 13 cesedên çeteyan, 7 kalaşnîkov, 5 roketavêj, dûrbînek û SPG-9'ek hatin dîtin.
Di vî şerî de ku roj û şevekê dewam kir, 2 şervanên di Pêngava Xezeba Firatê de cih digirtin, şehîd bûn.
Di şer de herî kêm 21 çete hatin kuştin.