QSD: Di nava 15 rojan de 79 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya 15 rojan a qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku di nava du hefteyan de 79 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî  encamên şerê du hefteyên borî ya "Şerê Tinekirina Terorê" eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin DAIŞ'ê ji bahoza tozê sûd wergirt û bi çekên cûda êrîşî hêzên QSD'ê kirine. Di daxuyaniyê de hate teqezkirin ku şervanên QSD'ê hemû êrîşên DAIŞ'ê şikandine.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî par ve kir;

"Rêxistina terorîst di van 15 rojên borî de ji bahozên tozê ku li herêmê rûdane sûd wergirt û ji nişka ve ji hemû aliyan ve êrîş bi ser şervanên QSD'ê de birin. Terorîstan di êrîşa xwe de çekên cûda yên giran û sivik bikar anîn. Her wiha tirimpêlên bombekirî û êrîşîn xwekujî bikar anîn. Terorîstan di encamê de karibûn hin xalan bi dest xwe ve bînin. Li bajaroka Sûsê jî şerekî giran rû da û çete derbasî hin taxên bajarok bûn û şer li vir dijwar berdewam bû. Terorîstan nikaribû serweriya xwe di bajarok de ferz bikin.

Tevî dijwarbûna şer, şervanên me terorîst neçarî paşvekişandinê kirin û ziyanên mezin gihandin wan.

Li aliyê Baxoz, rêxistina terorîst ji sê aliyan ve di saetên sibehê de êrîş pêk anîn û şerekî dijwar heta dema nîvroj di navbera şervanan û terorîst de rû da. Terorîstan hewl dan 4 tirimpêlên bombekirî di nava şervanan de biteqînin, lê şervanan tedbîrên xwe baş girtin û beriya ku tirimpêl bigihêjin armancên xwe teqandin.

Di şer de bêtirî 36 terorîst hatin kuştin û cenazeyên wan hêjî li qada şer mane.

Ji aliyekî din ve, şervanên me du tirimpêlên doçka li ser û du tirimpêlên Hamar bi çeka RBG teqandin û di vî şerî de jî 43 terorîst hatin kuştin û cenazeyên 20 terorîstan ketin destên şervanan.

Di saetên piştî nîvroj de, rêxistina terorîst xwest bi tirimpêleke bombekirî tola xwe hilîne û hewlda xetên pêşîn ên şervanan bişkîne. Şervanan jî tirimpêl beriya ku ji wan ve nêzîk bibe teqandin.

Komeke din a terorîstan xwest şervanan bixe dorpêçekê lê hişyarbûna şervanan êrîşa terorîstan şikandin û di encamê de şerekî dijwar rû da û hejmareke terorîstan hatin kuştin û yên din jî neçar man ji qada şer birevin.

BÎLANÇO

- Hejmara kuştiyên terorîstan: 79 terorîst

- Êrîşên ezmanî yên Koalîsyona Navnetewî: 18 êrîşîn ezmanî

- Hejmara fûzeyên li dijî baregehên terorîstan hatine avêtin: 8 fûze

- Ziyanên terorîstan: 5 tirimpêlên bombekirî, 2 tirimpêlên Hamar û 3 tirimpêlên doçka li ser hatin teqandin û 18 xaniyên ku terorîstan xwe têde diparastin, hatin rûxandin.

- Hejmara şervanên hêzên me ku şehîd bûne: 21 şehîd û hin şervanên me yên din jî birîndar bûn."