Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê çalakiya li Efrînê li xwe girt

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku çalakiya bombeyî ya îro li navenda Efrînê ji aliyê hêzên wan ve hatiye kirin.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê çalakiya bi motosîkleta bombebarkirî ya îro li Cadeya Siyasiyê ya Efrînê lixwe girt. Odeya Çalakiyan ragihand ku di çalakiyê de gelek endamên çeteyan birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin;

“Ev çalakî di çarçovyea çalakiyên tolhildanê yên li dijî kesên ku di qetilkirina gelê me de rol girtine pêk hatiye. Ji bo rizgarkirina Bakurê Sûriyeyê ji dagirkeriya komên çete û dewleta Tirk em ê çalakiyên xwe bidomînin.

Hêzên me roja 26’ê Hezîrana 2019’an li pêşiya navenda çeteyan a li navenda Efrînê bi  motosîkletekî bombebarkrî çalakiyek lidarixist. Di çalakiyê de gelek çete birÎndar bûn, agahiyên zelal ên têkildarî encamên çalakiyê bidestneketin.

Em carek din soz didin gelê xwe yê berxwedêr, em ê xaka xwe ji dagirkeriya komên çete û dewleta Tirk rizgar bikin.”