NY: Ji bo Sûriyeyê pêdivî bi planeke lezgîn heye

Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser pandemiya Covîd-19’ê û bang kir ku ji bo Sûriyeyê pêdivî bi planeke lezgîn heye.

Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser pandemiya Covîd-19’ê û bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo Sûriyeyê bila gavan biavêjin.

‘DIVÊ ŞER WERE SEKINANDIN’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo pêşiya bobeletan were girtin divê şer were sekinandin. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser vî tiştî ku nîvê nexweşxaneyan dixebitin û 70 ji sedê xebatkarên tendirustiyê ji ber şer welat terikandin û gelek caran êrîşî xebatkarên tendirustiyê hatiye kirin.

BIRYARA QSD’Ê DI CIH DE YE

Seroka Komîsyonê Paûlo Pînheîro diyar kir ku ji bo pêşîlîgirtina trajediyê divê alîyên şer li gorî banga agirbesta Sekreterê Giştî yê NY tevbigere.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku biryara QSD’ê ya agirbestê, biryareke di cih de ye.

Bal hate kişandin ser vî tiştî ku divê girtiyên zarok, kal, pîr û kesên astengdar werin berdan.

Di daxuyaniyê de hate diyaririn ku divê hikumeta Sûriyeyê, hemû aktorên li Sûriyeyê û civaka navneteweyî ji bo pêşîlêgirtina trajediyê divê bi lezgînî tevbigerin û pêdivî bi planeke lezgîn heye.