Nûnerên Bask û Pamplonayê: Divê piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser

Nûnerên parlamentoyên Bask û Pamplonayê banga Piştgevaniyê ji bo Rêveberiya Xweser kir.

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer di çarçoveya gerên xwe yên li Spanyayê de, duh li avahiya parlamentoyê ya li paytexta herêma Baskê Vitoriayê bi Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlametoya Baskê re civiya ku ji serokê Komîteya Têkiliyên Derve Rakel Molîna Pėrez, Iñakî Agûirre Arîzmendi, Ìñigo Martînez Zaton, Ohîana Etxebarrîeta û Txarlî Prîeto pêk dihat.

Roja pêncşemê (27ʹê Cotmehê) Omer bi nûnerên partiyên siyasî yên parlamentoya kantona Pamplona ya xweser Arantxa Bîûrrûn, Iñakî Irîarte, Javî AArakama, Marîsa De Sîmon, Laûra Aznaly, Patrîcîa Perales û Isabel Podemos re hevdîtin kiribû.

Di hevdîtina Ebdulkerîm Omer a li herêma Baskê û parlamentoya kantona Pamplonayê de mijarên şerê Rûsya û Ukraynayê, bandorê vî şerê li Ewropayê û cîhanê û aloziya Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.

Her wiha rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi firehî hat gotûbêjkirin.

Têkildarî encamên van hevdîtinan Ebdulkerîm Omer wiha got: "Geşedanên dawîn ên li herêmê, astengiyên siyasî, aborî û mirovî yên li pêşberî Rêveberiya Xweser, her wiha xetereya çeteyên DAÎŞʹê yên di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û girîngiya darizandina wan, her wiha hebûna bi hezaran malbatên DAÎŞʹê li kampên Hol û Roj û girîngiya ku hêzên navneteweyî erkên xwe li hemberî vê dosyayê bi cih bînin, bi parlamenteran re hatin parvekirin."

Omer her wiha da zanîn ku mijara êrîş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, hedefkirina sivîl, fermandarên QSD’ê û berpirsên Rêveberiya Xweser û bêdengiya li hemberî van êrîşan, hatin parvekirin.

Omer diyar kir ku wî ji parlamenterên herêma Bask û Pamplonayê re nêrîna Rêveberiya Xweser di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de diyar kir û wiha domand: "Me nêrîna Rêveberiya Xweser a ji bo çareserkirina aloziyê Sûriyeyê diyar kir ku divê guhertineke demokratîk û nîştimanî pêk were da ku Sûriyeke nû ya demokratîk a nenavendî û welatekî hevbeş ji bo hemû Sûriyan were avakirin ku bi rêya wê hemû pirsgirêk, di serî de pirsgirêka Kurdî were çareserkirin."

Ebdulkerîm Omer îşaret pê kir ku parlamenteran pesnê fedakariyên QSDʹê yên li dijî çeteyên DAÎŞʹê û xizmeta ku niştecihên herêmê pêşkêşî tevahî mirovahiyê kirine, da.

Parlamenteran jî diyar kir ku divê hêzên navneteweyî berpirsyariyên xwe bi cih bînin, destekê bidin Rêveberiya Xweser. Her wiha gotin divê dosyaya çeteyên DAÎŞʹê were çareserkirin û aloziya Sûriyeyê li gorî biryarên navneteweyî û bi beşdarbûna hemû pêkhateyan çareser bibe.

Ebdulkerîm Omer bi serokê meclîsa bajarokê Dragon û cîgirê wî re civiya û spasiya wan kir, ji ber ku Rêveberiya Xweser nas kirin.