Nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen piştî 112 rojan hate berdan
Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Hewlêrê Cîhad Hesen piştî 112 rojan ê ji aliyê PDK’ê ve hatibû revandin, piştî giranbûna rewşa wî ya tenduristî hate berdan.
Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Hewlêrê Cîhad Hesen piştî 112 rojan ê ji aliyê PDK’ê ve hatibû revandin, piştî giranbûna rewşa wî ya tenduristî hate berdan.
Hêzên PDK’ê 10’ê Hezîrana 2021’ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen tevî du dema li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji bo pêşwazîkirina mêvanan çûbûn hatibûn revandin.
Li gorî çavkaniyên agahî dan ANHA’yê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen hat berdan, lê belê yekser şandin Rojava û nehiştin li Başûrê Kurdistanê bimîne.
Hêzên PDK’ê 29’ê Tîrmehê her du endamên têkiliyan ên PYD’ê piştî 50 rojî û şûnde berdabûn, lê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen neberdabûn.