Di kemîna hêzên taybet ên çekdar ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, di operasyona derveyî sînorê Tirkiyê ya di navbera 28-29’ê tebaxê de li herêma Xelîfanê ya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê, 5 gerîlayên HPG’ê hatin şehîdkirin, yek ji wan birîndar bû du endamên HPG’ê sax rizgar bûn. Hêzên PDK'ê yên ku cenazeyên gerîlayên HPG'ê desteser kirin, 107 roj in cenaze nadin malbatên wan.
Endamên meclîsa navçeya Şerqî ya Qamişloyê îro çalakî dewr girt û ber bi konê çalakiyê ve meşiyan. Koma Amûdê çalakvanên nû bi dirûşman pêşwazî kirin.
‘HETA KU EM CENAZEYÊN ŞEHÎDÊN XWE BIGRIN EM Ê LI VIR BIN‘
Li ser navê komê Berdevka Kongreya Star a Qamişloyê Şaxa Xelîl axivî. Xelîl anî ziman ku heta em cenazeyên şehîdên xwe negrin em ê nobeta xwe berdewam bikin û wiha got: “ Ev 70 roj e mêr, jin ciwan û kalepîr ji bo cenazeyên gerîlayên ji aliyê PDK’ê ve hatine şehîdkirin bigrin, li virin. 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê bû. Bi vê wesileyê ez bang li saziyên mafê mirovan dikim, kanî hûn li kûderê ne? Ji bo em cenazeyên xwe bigrin ev 70 roj in em li virin. Ligel hemû bangan jî cîhan bêdeng e.“
‘PDK BÊBEXT E‘
Xelîl bal kişan li ser êrîşên dewleta dagirker ya Tirk a bi hevkariya PDK’ê de re û ev tişt got: “Dewleta dagirker a Tirk li Qamişlo komkujî pêk anî. Êrîşên li ser Şengalê berdewam dike. Êrîşên wan ên li hemberî Rojava, Başûr û Şengalê bê navber dewam dikin. PDK di van êrîşan de piştevaniyê dide dewleta Tirk, li qadên gerîla rê nîşan dide, agahiyên îstîxbaratî dide û di qetilkirina sivîlan de dibe alîkar, lewma jî bêbexte.“
'ÊDÎ BES E'
Di dawiya axaftina xwe de Xelîl li ser bêdengiya raya giştî jî sekînî û wiha got: “Em ji bêbextiya PDK’ê û bêdengiya saziyên mafê mirovan re dibêjin êdî bes e. Heta em cenazeyên şehîdên xwe wernegirin, em ê dest ji çalakiya xwe bernedin.“
Li ser navê koma Amûdê Endama Meclîsa Amûdê Şîrîn Dirbaz jî axivî û diyar kir ku heta bêbext cenazeyên şehîdên me radestî me neke em ê dest ji nobeta xwe bernedin.