Nivîskarê Misrî: Gelê Kurd wê bi berxwedana xwe polîtîkayên dagirkirinê têk bibe

Nivîskar û Rojnamevanê Misrî Mohsin Ewdalah der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got, “Gelê herêmê bi yek dengî wê li dijî dagirkeriya Tirk derkeve, li ber xwe bide û polîtikayên dagirkirinê têk bibe.”

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojavayê Sûriyeyê ku ji 19’ê Mijdarê û vir ve sûcên şer ên dijwar pêk tîne, bi zanabûn û bi awayekî sistematik binesaziya sivîl dike hedef, nerazîbûn zêde dibin. Nivîskar û Rojnamevanê Misrî Mohsin Ewdalah têkîldarê mijarê ji ANF’ê re axivî.

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK SÛDÊ DIDE DAÎŞ’Ê

Nivîskar û Rojnamevanê Misrî Mohsin Ewdalah destnîşan kir ku, êrîşên dewleta Tirk a dagirker sûdê dide çeteyên DAÎŞ’ê û got, “Bi deh hezaran ji malbat û çeteyên DAÎŞ’ê di zindan û kampên di bin parastina QSD’ê de ne. Dewleta Tirk bi zanabûn herêmên parastinê yên li dora cihên çete lê dimînin kir hedef. Dewleta Tirk xeta çeteyên DAÎŞ’ê dewam dike û êrîşên dervî zagonên şer li dijî gelê herêmê pêk tîne.”

BÊDENGIYA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ

Ewdalah bêdengiya hêzên navneteweyî jî bi bîr xist û ev tişt got, “Bêdengiya hêzên navneteweyî tê wateya hevkariyê. Dewleta Tirk ger ji wan destek negirtibana, nedikarî êrîşek bi vî awayî li dijî gelên herêmê pêk bîne. Bêdengiya welatên Ereb jî ne tiştek nû ye. Welatên Ereb li hember êrîşên li dijî Iraq û Sûriyeyê her dem bêdengiya xwe parastine û ji bo çareseriya aloziya li Sûriyeyê tu alternatîfek wan çênebû. Dewleta Tirk ji vê bêdengiyê cesaretek mezin digire û wekî ku dixwaze êrîş pêk tîne.”

HÊZA HERÎ BINGEHÎN Û XURT QSD’Ê YE

Ewdalah destnîşan kir ku hêza herî bingehîn ku herêmê ji dagirkeriyê biparêze, QSD’ê ye û got ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk li ser esasên welatparêziyê pêş ketiye. Ewdalah wiha dewam kir, “Li dijî terora DAÎŞ’ê û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hêza herî mezin a têkoşîn û parastina gel e. Em dişopînin, di êrîşên dagirkeriyê de hikûmeta Şamê tu rol nelîst û bêdeng ma. Dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze nefesê bide çeteyên DAÎŞ’ê û tevî çeteyan êrîşê hêzên parastinê yên YPG/YPJ’ê û QSD’ê bike.”

DIXWAZIN GEL BERA HEV BIDIN 

Nivîskar Mohsin Ewdalah anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze netewên din li dijî Kurdan rake û wiha domand, “Dixwaze hêza Kurdan di çavê gelan de reş bike. Li dijî Rêveberiya Xweser êrîşek heye. Divê mirov li hember her cure êrîş baldar be. Armanc gel bera hev bide û dijminahî di nava gelan de pêş bixe. Vê yekê ne tenê bi êrîşên ser herêmê, di heman demê de bi rêya medyayê jî dike. Dixwazin her kes li dijî Kurdan rakin û polîtîkayê tasfiyekirinê bixin dewrê. Ji ber ku ji yekîtiya gelan ditirsin û weke hêzeke xeternak li dijî xwe dibînin.”

GELÊ HERÊMÊ WÊ BI BERXWEDANA XWE BERSIVA ÊRÎŞAN BIDIN

Mohsin Ewdala di dawiyê de diyar kir ku berxwedaniya gelê herêmê ew ê dagirkeriya Tirk hilweşîne û ev tişt got, “Baweriya me bi berxwedana gelê herêmê heye. Dewleta Tirk dixwaze peymana Misakî-Milî vê carê li gorî xwe pêk bîne. Ji ber wê hewl dide gelek bajarên dewletê Ereb û herêmên Kurdan dagir bike û desthilatdariya xwe pêk bîne. Lê gelê herêmê bi yek dengî wê li dijî dagirkeriya Tirk derkeve, li ber xwe bide û polîtikayên dagirkirinê têk bibe.”