Nîştecihên Hesekê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan

Şêniyên Kantona Hesekê bi boneya 10`ê Kanûnê Roja Azadiya Abdullah Ocalan daketin qadan û îşaret bi girîngiya bilindkirina têkoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Li Kantona Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temîr, Hol û Şedadê bi hezaran şênî bi boneya 10`ê Kanûnê Roja Azadiya Abdullah Ocalan daketin qadan û meş li darxistin. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên "Ji azadiya Rêbertî re erê, ji bo tecrîdê na‘ hatin hildan û dirûşmên şermezakririna tecrîdê hatin berzkirin.

HESEKÊ

‘EM HÊZA XWE JI ÎRADEYA RÊBER ABDULLAH OCALAN DIGRIN‘

Li bajarê Hesekê meş ji Çerxerêya Sînalko dest pê kir û ber bi Baxçeyê Rêber Apo meşiyan. Piştî meşê mîtîng hate lidarxistin. Di mîtîngê de Mamoste Ferhan Etiye axivî û anî ziman ku em hêza xwe ji îradeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digrin. Etiye di berdewama axaftina xwe bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku ji bo tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî be bikevin dewrê û zextan li dewleta Tirk bikin.

Piştî axaftina Mamoste Ferhan Etiye, li ser navê Kongreya Star Mamoste Jînda Ehmê axivî û diyar kir ku ew xeta şoreşê ji fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan girtine, dişopînin.

DIRBÊSIYÊ

Li Dirbêsiyê jî meşê ji navenda ciwanan dest pê kir û ber bi Qada Azadiyê ve meşiyan.

‘HETA AZADIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN EM Ê LI QADAN BIN‘

Li vir jî li ser navê Hevserokê Nivîsgeha PYD`ê ya navçeyê Mihemed Xelef axivî û diyar kir ku hemû gel û kesayetî banga azadiyê kirine û got:“Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî bû armanca hêzên dagirker. Ji ber wî banga avakirina sîstemeke demokratîk û azad li Rojhilata Navîn dikir. Azadiya Rêber Ocalan azadiya hemû gelên cîhanê ye. Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya mirovahiyê ye. Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê dê li qadan be heta ku Rêber Abdullah Ocalan ji Îmraliyê azad bikin."

ÊRÎŞE

Li herêma başûrê Hesekê jî meşê ji navenda navçeya Erîşa dest pê kir û ber bi meclîsa navçeyê ve meşiya. Li vir jî Rêveberên Kongra Star Reca El Salîh da xuyakirin ku komploya navneteweyî ya ku li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye meşandin, wekî hewldaneke ji bo hedefgirtina gelên azadîxwaz pêk hatiye.

HOL

Li navçeya Holê ya li rojhilatê Hesekê jî, şêniyên navçeyê xwepêşandanek li dar xist.

Di çalakiyê de Endama Meclisa Kongra Star a navçeya Holê Fatîma Ebas axivî û diyar kir ku dewleta Tirk terora siyasî pêk tîne û bi rêya hedefgirtina Rêber Abdullah Ocalan, azadiya gelan dike hedef.

Hevşaredara Holê Emar El Mûsa jî aaxivî û got ku komploya ku ji aliyê welatên kapîtalîst ve li dijî Rêbertî hatiye meşandin, ji bo hedefgirtina gelan bû.

Emar El-Mûsa her wiha bang li gelên cîhanê kir ku dakevin qadan û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bixwazin.