Nîştecihên Eyn Îsa ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
Li Kantona Girê Spî nîştecihên bajarê Eyn Îsa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketin qadan û meş li darxistin.
Li Kantona Girê Spî nîştecihên bajarê Eyn Îsa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketin qadan û meş li darxistin.
Li Kantona Girê Spî bi sedan nîştecihên bajarê Eyn Îsa ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk koçî Girê Spî kirine, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketin qadan û meş li darxistin. Bi sedan nîştecihên Eyn Îsa li ber Xaçerêka Disîplîna Leşkerî hatin ba hev û heta Xaçerêka Şaredariyê bi pankartên “Bê serok jiyan na be” û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanên şehîd bûne, hildan û meşiyan.
‘PLANÊN DAGIRKERAN TÊK ÇÛ’
Meşa ku heta Xaçerêka Şaredariyê berdewam kir, bi dirûşme û hêrsa li dijî dagirkeriya dewleta Tirk veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de li ser navê çalakgeran Salîh El Hecî axivî û anî ziman ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike û got: “Hemû planên dagirkeran li herêmê û Rojhilata Navîn têk çû.”
‘RAMAN Û FELSEFEYA RÊBERTÎ DI NAVA GEL DE AZAD DIJÎ’
Salîh El Hecî destnîşan kir ku dibe ku dewleta faşît ya Tirk bi awayek fîzîkî Rêbertî dîl girtîge, lê belê felsefe û ramanên wî di nava gel de dijî û her roja diçe jî gel hîn xurttir xwedî li felsefeya Rêbertiyê derdikeve.
Salîh El Hecî di dawiya axaftina xwe de xwest ku demildest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serberst were berdan. Piştî axaftinan mîtîng bi dirûşmeyên hersa li dij dewleta dagirker bidawî bû.