BI DÎMEN

Newroz wê li 7 navendên kantona Cizîrê bê pîrozkirin

Bi daxuyaniyekê hate ragihandin ku Newroza îsal wê li 7 navendên kantona Cizîrê bi dirûşma "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misogeriya civaka demokratîk e" bê pîrozkirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê bernameya Newroza îsal eşkere kir.

Daxuyanî li Çerxerêya Efrînê ya di navbera taxên Enteriyê û Qidûrbek ên bajarê Qamişlo de bi amadebûna şêniyan, endamên Rêveberiya Xweser, Kongra Star, saziyên civaka sivîl, TEV-DEM, Meclisa Malbatên Şehîdan û partiyên siyasî hate dayîn.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Hesen Şero bi zimanê kurdî û hevseroka Meclisa Rêveber Sember Ebdullah bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Newroz dê li 7 navendan bi dirûşma "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsogeriya civaka demokratîk e" were pîrozkirin.

Bernameya Newrozê wiha ye:

Hesekê: Qada Newrozê ya li Bendava Rojava

Qamişlo: Qada Newrozê ya li gundê Hîmo

Dêrik: Qada Şehîd Çîçek

Tirbespiyê: Qada Dirêçîk

Girkê Legê: Gundê Helîq. Şêniyên Çilaxa, Girkê Legê û Rimêlan beşdar dibin.

Amûdê: Gundê Çaxir Bazar

Dirbêsiyê: Gundê Çolbistan.

Pîrozbahiyên Newrozê wê saet di 11.00’an de dest pê bikin û saet di 15:00’an de bi dawî bibin.

Di dawiya daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê de û hate gotin: "Ji bo em bibin bersivek ji pêvajoya dîrokî û banga Rêber Apo re, em beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin."