BI DÎMEN

Newroz li Dêrazorê bi coş hat pîrozkirin

Xelkê Kantona Dêrazorê Newroza 2024ˊan di nava kêfxweşî û gerandina govendê pîroz kir.

NEWROZ

Xelkê Kantona Dêrazorê, endamên saziyên sivîl, leşkerî, şêx û rûspiyên eşîran bi cilên xwe yên gelêrî berê xwe da herêma kargehan ku beşdarî Newroza 2024ˊan bin. Li qadê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Piştî agirê Newrozê hat vêxistin, cîgirê Desteya Hevserokatiya Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Fethî El Itêş bixêrhatina beşdaran kir û got: "Bi damezrandina Rêveberiya Xweser û hatina bayên azadiyê re Adar hat."

Piştre endama Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya Xîtam El Salih axivî û got: "Em Newrozê li tevahî gelên cîhanê, jinan bi taybet pîroz dikin. Em asta fedakariya Rêberê me ku banga azadiya gelan û jinan dike dizanin, ji lew re divê di oxira pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî de em têkoşîna xwe mezin bikin."

Şahî bi gerandina govendê û şanoyê bi dawî bû.